Bedirxan Mukriyanî
Enstîtuya Kelepora Kurdî vê carê pêşangeheke ji cihen kurdan rojhilat li dar dixe.
Şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê pêşangeheke wêneyî ya cilên jinan ên rojavayê Kurdistanê saz dike ku dê 24-25 hezîranê li Dihokê li Hola Korbenda Serarim ya Qutabiyan li dar bikeve.
Wêneyên pêşangehê ku 95 heb in, ji aliyê folklorîst Salih Heydo ve hatine girtin û deverên Qamişlo, Cizîrê, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Dêrika Hemko, Efrîn û Kobanê vedigire. Wekî din tevahiya nimûneyên cilan bi hemû beş û endamên xwe ve hatine ravekirin çi wekî nav, çi erk û çi jî hoz û eşîr. Ev çalakî, ku bi hevkariya Korbenda Serarim ya Qutabiyan û Yekîtiya Afretên Kurdistanê tê sazkirin, biryar e peyra li bajar û bajarkên din ên başûrê Kurdistanê jî bê nimandin.
Ev arşîva hanê ku ji sedan wêneyan pêk tê, di pêş de dê wekî pirtûk bê belavkirin.
Amadekarê pêşangehê folklorîst û şaîr Salih Heydo ku di sala 1956'an da li Amûdê ji dayîk bûye, heta niha arşîveke dewlemend û bijare ya folklora kurdî berhev kiriye ku gelek reng û babetên folklorê dihewîne.


