Diyarname
Dayikên Şemiyê ji sala 2018'an ve heta niha her ku diçûn ber Lîseya Galatasay a Beyogluya Stenbola Tirkiyeyê pêşî li wan dihat girtin û nedihiştin herin wir. Ligel biryara Dadgeha Bilind ku ji bo çalakiyê destûr dabû wan jî, hêzên ewlehiyê nedihiştin ew çalakiya xwe li dar bixin.
Ji 8'ê avrêla 2023'yan ve heta niha jî her hefte dihatin binçavkirin, lê îro, yanê piştî 5 salan wan karî herin ber Lîseya Galatasaray û kulîlkan deynin wir.
Dayikên Şemiyê di hefteya 972'yan a çalakiyên xwe de îro li wê qadê wekî her gavê daxwaza windayiyên xwe kirin.
Loma jî em vê fotoyê wekî fotoyê rojê hildibijêrin.
Foto: MA