Diyarname
Di nîvfînal a Kûpaya Şampiyonan de Mayer Munih û Barselano li Almanyayê di maça yekemîn de hatin hemberî hev. Panzeran li mala xwe bi 4-0 Barselona têk bir û ji bo derketina fînalê awantajeke mezin bi dest xist.
Golên Bayer Munih di deqîqeya 24'an de Tomas Muller, 48'an de Gomez, 72'yan de Roben û di deqîqeya 81'ê de Muller careke din derket ser dikê û tîma xwe bi 4-0 derxist pêş.
Piştî vê encamê karê Barselonayê gelek zehmet e. Maça diduyan piştî du hefteyan dê li Nou Campê bê lîstin.


