Hewlêr
PiÅŸtî KCK’ê agirbest îlan kir, Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê piÅŸtgiriya xwe anî ziman û got: “Divê Tirkiye cidî nêzîkî agirbesta KCK’ê bibe.”
PiÅŸtî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 21’ê Adarê Newroza Amedê de banga agirbestê û xwevekiÅŸandê kir, duh Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan bi peyamekê di Newroza bajarê Bonnê ya Almanyayê de diyar kir ku, ew wekî KCK, PKK û HPG ji 21’ê Adarê û ÅŸûn ve agirbestê îlan dikin. PiÅŸtî îlankirina agirbestê Hikumeta Herêma BaÅŸûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piÅŸtgirî da agirbesta KCK’ê û wiha got: “Em vê biryarê erênî dibînin, ev biryar rast e û em hêvî dikin ku bibe destpêka rawestandina rijandina xwîna navbera gerîlayên PKK’ê û leÅŸkerên Tirk de. Pêwîst e Enqere bi awayekî cidî li gorî vê biryara agirbesta ji dil û samîmî tevbigere û li gorî vê pêngavên pratîk biavêje.”
Daxuyanî bi vî rengî ye: “Em wekî Hikumeta Herêma Kurdistanê tevî peyama KCK’ê wekî niyeta paqij û amadebûna ji bo aÅŸtî û biratiya gelan pêngavek rast û ber bi aÅŸtiyê ve binav dikin. Li ser vî bingehî daxwaz ji hemû aliyekê dikîn ku vê agirbesta dîrokî wekî derfetekê bizanin, bikin paldarek ji bo pêngav avêtina ber bi aÅŸtî û çaareseriya aÅŸtiyane ve. Em bi hemû awayî piÅŸtgiriya çareserkirina aÅŸtiyane û siyasî ya pirsgirêka kurdên bakurê Kurdistanê dikin. Wekî her demê bi baweriya me, ev pirsgirêkek siyasî ye û tenê dikare bi riya siyasî bê çareser kirin."