logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Li hemberî hûtên aboriyê divê helwesteke çawa hebe?

Li gorî marksîzmê, divê milkiyet rabe. Her tişt bibe malê dewletê. Lê belê tecrûbeyên dîrokî nîşan dan ku ev çewt e. Dew

  • Dîrok: 02/05/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ehmed PELDA

Li gorî marksîzmê, divê milkiyet rabe. Her tişt bibe malê dewletê. Lê belê tecrûbeyên dîrokî nîşan dan ku ev çewt e. Dewlet bixwe wek monopolê dibe xwedî milkiyeta herî mezin. Bi riya burokratên xwe jî ji yên kapîtalîst xerabtir zordestiyê dike.

Nav, reng û rûçikê pergalê çi dibe bila bibe ji berê ve heyanî niha hatiye dîtin ku xeletiya herî mezin desteseriya milkiyetê ya monopolan e. Milkiyeta qesta me lê ye, tenê xwedîtiya erdê nîn e. Patent û destûrname/ruhsat, qanunên bêtesîr û bi navê parastina reqabetê riya monopolan vedikin jî di nav çarçoveya dahûrandinê de ye. A niha dermanê Covîd-19’ê ji ber patentê tenê di dest çend şîrketan de ye û rê nadin ku hilberîna wê bi destê hin saziyên din pêk bê û mirovahî ji vê belayê rizgar bibe. Wekî vê hemû şîrketên teknolojiyê bi vê rêyê sermaye û hêza xwe diparêzin.

Li hemberî monopol ango bi qewlê gotina kurdî hûtên aboriyê, gelo divê helwesteke çawa hebe? Destdanîna li ser nabe encax bi destê dewletê pêkane ye û ku ew jî monopalek e. Lê şert û mercên guncav ew in ku rêxistina civakê di vê der barê de hebe. Çawa gêrik gava ya xwe bikin yek zora fîlan dibin yek, rêxistina civakî jî ji bo vê girîng e.

Saziyên sivîl ên berxwarinê, saziyên esnaf, dikandar, marangoz û bazirganên xwedî hêza, keda xwe an jî yên navîn divê rêxistinên xwe xurt bikin. Bi rêya kooperatîfan, yekîtiyên sermayeya hevpar, hevgirtinên kirîn û firotana hewcedariyan, kelûpelan û berheman bên sazkirin.

Xebatkarên xwedî pîşe yên wekî bijîşk, parêzger, endezyar, muhasebe, şêwirmendê karsazî û diravî, rêxistina xwe ya pîşeyî ji nû ve bihûnin. Yekîtiyên wekî kargeh û karxaneyên hevpar û xweser saz bikin. Wekî nimûne, bijîşkê her bajarî dikarin bi hev re nexweşxaneyan saz bikin. Wexta ew karê bijîşkî dikin, muhasebe û aborîzan jî dikarin hesabgirî, rêveberî û rêxistina wê saz bikin. Hemû karker pîşekar, xebatkar wekî meclis biryaran bidin û beşdar bibin. Ev dikarin di asta welêt de bi awayekî konfederalî tev bixebitin. Amûr û alavan bi hev re peyda bikin. Standart û pîvanan saz bikin, tecrube û zanînan parve bikin, destekariya pîşeyî bidin hev. Ev hêz hem dikare hûtên monopol zêdetir kar bikin û hem jî zordestiya wan asteng bikin.

Unîversîteyên îroyîn ji civakê qetiyane û ji bo destekariya aborî li gor daxwaza şîrket, monopol û dewletan dixebitin. Dîsa rasterast bi destê monopolan hatine avakirin. Lê belê xwedan pîşeyên di nav jiyanê de kar û xebatan dikin, dikarin sazî û unîversîteyên xwe ava bikin an jî bibin endamên unîversîteyên heyî, wekî mamoste, şêwirmend, zanîn û ezmûnên xwe parve bikin. Dîsa xwendekar bikaribin di kargehên van saziyên sivîl de ezmûnan bikin, destekariyê bidin û pîşeya xwe jî bi pêş bixin.

Yekîtiya rênçber û cotkaran gelekî girîng e. Bi rêya kooperatîfan, an jî wekî saziyên sivîl dikarin hemû karê xwe jî bikin yek an jî ji bo hin karan bibin hevkar. Wekî bi hevkarî kirîna tov, gubre û alavan pêkan e. Dîsa dikarin buhayê xwe, mercên xwe li pîyaseyê bidin qebûlkirin û xwe li hemberî hûtan, spekulatoran biparêzin. Her wiha dema firotinê jî dikarin standartên kalîteya berhema, bihayê wê baş bikin.

Li dewsa bankayên bazirganiya pereyan dikin, divê kooperatîf banka an jî kompereyên gel hebin ku ji bo destekariya projeyan bixebitin û perê wê jî bi destê beşdarên kedkaran bê peydakirin. Li dewsa patentên hûtan, bankaya patentan ji gel re vekirî hebin ku kî bixwaze karekî bike ji patentan bi serbestî sûd werbigire. Li dewsa standartkirina ziman, ders û lêkolînên unîversîteyên di bin xizmeta hûtan de ne fêrgehên serbest divê hebin ku modêla wekî wîkîpedîayê û bêhtir mînak hene.

Kargehên xweser an jî pîgariya xebatkaran ku sektorên wekî petrol, enerjî, bendav, rêya erebe, rêya hesinî yan hewayî xwe bixebitînin. Sermayeya van giran e û xebateke navendî pêwîst e. Bacgir heke dewlet be yan jî rêveberiyeke herêmî be, dikare pareke sermayeyê ji bo van karan veqetîne. Hewce be karsaziyên civakî ne yên takekes jî bibin hevpar. Ev kargehên ku bên avakirin divê xweser bin. Karê wan jî bi destê xebatkaran bimeşe. Hiskî karker be, hiskî xwedanpîşe be ku wekî endezyar, aborîzan, karsaz û hwd divê meclisên xwe ava bikin. Li gorî pêdiviyan di hin periyodan de civînan pêk bînin. Biryaran bidin, kontrolê bikin, rêveberiyê bijbêrin, karkeran bigirin, an jî ji kar dûr bixin. Karên teknîk û fînansî eşkere bikin û biryaran bidin… wê rêveberiya xwe jî xwe bi xwe bimeşînin.

Ev sazî bi sermayeya xwe nehatine sazkirin. Lê karê ku dikin stratejîk e. Hem ji bo pêşketina aborî, hem jî ji bo destfirehî û xêrxweşiya civakê kar dikin. Pozîsyona wan bi awayekî di rewşa monopol de ye. Lewma qezenca wan jî standart e û garantî ye. Li gorî vê lazim e standartê jiyana karkeran mîsoger bike û beşa qezencê ya mayî bide budçeya navendî ji bo kar û barên din bê şixulandin an jî kompereyên destekariya projeyan dikin. Li dewsa meaşekî standart wekî kapîtalîzmê divê meaşê li gorî pêdiviyan hebe. Kesê destkar dike divê eşkere bike ku çiqas lêçûna wî heye. Li gorî wê meaşek bê dayîn. Pirsgirekên wî kêm an zêde bibin, divê meaşê wî jî li gorî wê biguhere. Mesela heke kirê dide, heke sexbêriya gelek şêniyên malê dike, li malê xebatkar kêm bin, zarok zêde bin û xumamiya wan lazim be.

Ji Xwebûnê hatiye girtin
**
Têbiniya Diyarnameyê: Sernav me guhartiye


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve

ad

Ji Zanîngeha Rojava ji bo konferansa ziman bang

ad

Ev ne henek e: Kerekî jî avêtin hepsê

ad

"Gênco" li benda we ye

ad

3 sal derbas bûn!

ad

Saziyên Amedê: Ji bo çareseriyê berpirsyariyê bigirin ser milên xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname