Stenbol
Hunermend û rêvebirên Navenda Çenda Mezopotamyayê (NÇM) ya Stenblolê bi daxuyaniyekê nêrînên xwe yên derbarê TRT 6'ê pêşkêş kirin.
Hunermendên NÇM'ê weşana TRT 6'ê wekî şiklekî cerdevaniyê bi nav kirin. Di daxuyaniyê de TRT 6 wekî riyek din a meşandina israra qebûlnekirina kurdan hate nirxandin û hate diyarkirin ku hunermendên NÇM'ê di nav vê xebatê de cih nagirin.
Hunermendên di bin baneya NÇM’ê de xebatên xwe didomînin bi beşdariya komeke qelebelix ku parlementera DTP'ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Serokê DTP’ya Stenbolê Halil Aksoy, Serokê SDP’ya Stenbolê Yaman Yildiz, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan û xebatkarên çapemeniye azad jî di nav de heyî li Qada Galatasarayê hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê komê Şanoger Murat Batgî daxuyanî xwend. Batgî got ku ev civat projeyên ku ji jor de bi zorê tên napejirîne, qebûl nake û tu şansê projeyên civata kurd qebûl neke, tune ye.
'Bi gavên biçûk firsendên mezin tên badilhewakirin'
Batgî diyar kir ku tiştên xizmeta civaka kurd nake xizmeta aştiyê jî nake û ji yên vê kanalê ve dikin û rêve dibin pirsa, "Ew xizmeta çi dikin?" kir. Batgi wiha dom kir: "Berî her tiştî gavek bi vî rengî dikaribû ji bo çareserkirina pirsigirêka kurd û aştiyeke mayin de bibûya gavek baş. Qet nebe wê hin dîwarên psîkolojîk ji holê rakira. Lê xuyaye kesên xwedî van polîtîkayan ji bo hesabên biçûk gavên girîng û mezin xerc dikin, badil-hewa dikin. Bi ya me hewldanên bi vî rengî hem ji zanyariyê hem jî ji samîmiyetê dûr in. Lewre her nêzîkbûnek zanistî divê bi kêmasî bizanibe ku pirsgirêk bi muhataban çareser dibe. Ji ber wê em dibêjin hunermendên kurd û saziyên wanên ku bi rêxistinbûna gel hatine afirandin muhatabên esasî ne. Lê xuyaye ku kesên ku xwe xwediyê dewletê dibînin û bi taybet desthilatdariya AKP'ê naxwaze vê rastiyê bibîne."
'Riyek înkarê ye'
Di berdewama axaftina xwe de Batgî bal kişand ser qedexebûna navên kurdî yên xwezeyê û yên mirovan û projeya TRT 6 wekî projeyek pûç bi nav kir. Batgî wiha berdewam kir: "Ev gavên ku îro tên avêtin her çiqas wekî gavên pêwist bên dîtin jî, bi naveroka xwe, bi şekl û şemalê xwe dema mirov baş li ser raweste dibîne ku ji xapandinek wê de naçe. Ev jî şiklek ji şeklên înkarê ye. Ji ber wê em dixwazin bêbaweriya xwe bînin zimên. Çima baweriya me nîn e? Ji ber ku, ji hêlek ve zordestiyên li ser çand û huner û zimanê kurdî dimeşin, navê herêm û bajêr û navçeyên kurdan tên guhertin, navên zarokên wan ji ber hin herfan nayên nivîsandin û bikaranîn, ji hêla din ve tê gotin ku waye me ji we re televîzyonek kurdî vekir û temaşe kin û bi cihek de neçin. Ji hêlek ve dibêjin yan hez bikin yan van deran biterikînin, jê hêla din ve dibêjin ha ji we re televîzyonek kurdî, berê xwe nedine aliyek din."
'Gelo wê heta kengê ji wan esmanan bombe bibarin?’
Batgî di axaftina xwe ya di çalakiya ji aliyê gelek xebatkarên çapemeniyê ve hate şopandin de, bi navkirina kurdî ya ku li parlementoyê wekî 'Zimanek naye zanîn' bi bîr xist û ravekirina kurdî ya di saziyên fermî de bi tundî rexne kir. Batgî axaftina xwe wiha domand: "Zimanê ku di nîqaşên Meclisê de wekî 'Zimanê nayê zanîn' tê tarîf kirin, gelo wê di saziyek resmî ya din de çawa were tarîfkirin? Gelo tu têkiliya vê hewldanê, vê qenalê bi dema hilbijartinên herêmî re heye an na? û ji hemûyan jî girîngtir, hûn dibêjin em di bin eynî esmanî de ne, gelo wê heta kengê ji wî esmanî bombe bibarin. Nexwe gelo hûnê jî wekî Sedam Helebçeyên nû çêkin û wan bi stranên kurdî pîroz bikin? Heta nasnameya kurdan û mafên wan ên çandî, însanî û rewa bi zagonan neyê tescîlkirin emê bi şik û şuphe li kiryarên we binêrin. Ji hêla din ve li pişt deriyan, xwe bi xwe diyar dikin, bê wê kî zimanê kurdî, çanda kurdî û hunera kurdî temsîl bike. Ev nêzîkbûn jî yek ji şiklê cerdevaniyê ye. Wekî cerdevaniyek çandî û civakî ye."
'Em di nav vê xebatê de cih nagirin'
Li ser mijarê Batgî anî ziman ku bi vê polîtîkayê dixwazin ji cîhanê re bêjin 'kurd van tiştan dixwazin van jî naxwazin' û wiha dirêjî da axfatina xwe: "Bi ya me ev polîtîka pûç û vala ne. Diyar e ku niha jî dixwazin, gelê kurd, civata kurd û hêza wê ya bi rêxistinkirî û îradeya wî qebûl nekin. Yanî di înkarê de bi îsrar in. Em hunermendên kurd jî dibêjin ku di vê dema ku li ser saziyên me, ziman û xebatên me qedexeyên fiîlî û fermî hene, em vê xebatê, TRT Şeşê samîmî nabînin û emê bi tu awayî di nav xebata vê kanalê de cih negirin û tu alîkariyek jî nedinê. Ji kesên ku xwe hunermendên kurd û dostên kurdan dibînin jî ricaya me ew e ku hesasiyetên me fêm bikin û van hesasiyetan bi me re par ve bikin. Ji ber ku em dibêjin, TRT Şeş divê bibûya mizgîniya aştiyê, ne parçeyek şer, TRT Şeş divê bibûya dengê biratiya gelan, ne dengê polîtîkayên rojane, TRT Şeş divê bibe dengê humanîzmê, ne mîlîtarîzmê."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
***
Têbinî: Nûçeyên ku ji ajansekê hatibin girtin ji bilî aboneyên ajansê kes nikare bikar bîne. Ji bo li ciheke din bikaranîna nûçeyê divê destûra fermî ya ajansê hebe.