Diyarname
Motora lêgerînê Google di sala 2012'yan de peyvên ku herî zêde li wan hatine gerîn eşkere kirin. Li gor rapora "Google Zeitgeist 2012"yan îsal di motora lêgerînê de herî zêde li peyva stranbêj Whitney Houston geriyane (Houston di vê reşemiya 2012'yan de miribû).
Di rêza duyem de jî stranbêjê ji Başûrê Koreyê PSY derketiye. Vîdyoya stranbêj PYS ya bi navê "Gangnam Style" di Youtube de ji aliyê zêdetirî 600 mîlyon carî ve lê hate temaşekirin û bi vê yekê ew li dinyayê bû navdar.
Di rêsa sêyem de jî Bahoza Sandy ku li DYA, Karayîp û Haîtî rabûbû cih girtiye.
Her wiha di rêza 4'em de Ipad 3 û lîstikva vîdyoyê Diablo 3 cih girtine.
Ducanîbûna Duşeşa Cambridge Kate jî bûye sedema meraqê û di nav 10 peyvên ku herî zêde li wan hatiye gerînê de Kate jî cih girtiye.
Olîmpiyatên Londonê, lîstikvanê ji Avusturyayê Feliks Baumgartner ku ji bilindiya 39 kîlometreyan xwe bera atmosfera dinyayê da jî di nav lîsteyê de cih girtiye.
Rapora "Google Zeitgeist 2012" ji 838 beşan, ji ser daneyên ku ji 55 welatan girtine hatiye amadekirin.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Agahiyên li ser 2012'yan her ku biçe emê biweşînin...
***
- 2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar
- 2012: 10 pirtûkên herî serketî yên New York Timesê
- 2012: Herî zêde van pere kar kir