Diyarname
Serdozgeriya Komarê ya Amedê par lêpirsîneke da dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de 8'ê pûşpera 2022'yan 20 jê rojnamger 22 kes hatin binçavkirin. Piştî 8 rojên binçavkirinê 16 rojnameger roja 16'ê pûşpera 2022'yan hatin tewqîfkirin. Ew bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Ji rojnamegeran dosyaya Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş ji dosyaya din hat veqetandin û meha borî di danişîna yekemîn de hat berdan.
Yên din ku 15 jê rojnameger, bi giştî 17 kes girtî mane. Îdîanameya wan 12'yê adara îsal de hat qebûlkirin û yekemîn danişîna wan 11'ê tîrmehê ye. Danişîn dê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê li dar bikeve.
ALTAN: EMÊ HESABÊ BIPIRSIN
Yek ji rojnamegerên girtî Hevserokê DFG'ê (Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê) Serdar Altan nameyeke şand û banga beşdariya danişînê kir. Altan di nameya xwe de diyar kiriye ku sûcdarkirina wan ne hiqûqî ye, senaryo ye û wiha gotiye, "Di vê dozê de em dê neyên darizandin, em dê hesabê bipirsin. Hevalên me yên rojnameger, rêxistinên çapemeniyê, sazî û dezgehên demokratîk û hemû raya giştî divê li cem me rojnamegeran bin ku em di çaçroveya mafê nûçewergirtinê de dibin dengê wan. Rojnamegerî ne sûc e."
ÇGD û TGS’Ê JÎ BANG KIR
Seroka Cemiyeta Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) a Şaxa Enqereyê Demet Aran û Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Şaxa Enqereyê Sînan Tartanoglû ji MA'yê ji bo Hakan Yalçin axivîne û banga beşdariya danişîna rojnamegeran kiriye.