Diyarname
Lîstika Hamlet ku ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve derxistiye ser dikê li îzmîrê derket pêşberî temaşevanan.
Salona Navenda Çanda Îsmet Înone ya Şaredariya Îzmîrê ku cihê 800 kesî lê heye tije bûbû. Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Azîz Kocaoglu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Serokê BDP'a Îzmîrê Fuat Mikailoglu, endamên Rêveberiya Navendî yên BDP'ê Mukaddes Kubilay, Emirali Çelebi, Selahattin Işik jî di nav de gelek endamên saziyên sivîl jî amede bûn.
Şaredar Baydemîr ji bo mazûvaniya wî sipasiya Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Aziz Kocaoglu kir û got: "Di şexsê we de ez hestên ji dil ên dostanî, biratî û aştiyê yên gelê Amedê radigihînim gelê Îzmîrê." Baydemîr got ku îro zimanê şaristaniyê gihîştiye hev.
Fermo vîdyoya şevê (Ji bo temaşekirinê sernavê bitikînin):