Diyarname
Yek ji avakar û mebûsê HDP'ê Gora Paylan ji bo Medya Haberê axivî û rexne li karên dîplomasî ya tevgera Bakur kir.
Va ne gotinên Paylan:
- Niha bi sed hezaran kurd di bin dorhêçê de ne û ger ev yek li Amerîkayê nabe nûçe ev pirsgirêkeke cidî ye. Bi mehan e ez bang dikim, dixebitim, tevgera kurd sedî 90'ê keda xwe dide xebata ji bo dîplomasiya li Ewropayê. Ewropa cuceyek siyasî ye; mixabin tu bandora Ewropayê nîn e. Divê tevgera kurd sedî 90'ê xebata xwe ya dîplomasiyê ji bo dîplomasiya li Whashingtonê veqetîne, ligel çapemeniya li Washingtonê bikeve têkiliyê, li Kongreyê xebatan bike. Lê di vî warî de ez hewldaneke nabînim. Bawer bikin ez li vir im, lê kes nehatiye bi min re nexebitiye, negotiye 'Garo, deqekî, ka tu li vir î, tu ji bo me dikarî çi bikî?' Kes bi min re nediaxive jî. Bi baweriya min ev xebateyeke gelek cidî ye."