logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Dewleta Almanyayê li ser sînorê me dîwaran çêdike

Vê gavê di rojeva Berlînê û giştî ya Almanyayê de Dîwarê Berlînê heye. Dîwarê ku sosyalîstan ew wekî "dîwarê parastinê l

  • Dîrok: 18/08/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko ARDIL 

Vê gavê di rojeva Berlînê û giştî ya Almanyayê de Dîwarê Berlînê heye. Dîwarê ku sosyalîstan ew wekî "dîwarê parastinê li dijî kapîtalîzmê" û kapîtalîstan jî wekî "Dîwarê şermê" bi nav kiribûn.

Pirraniya rojnameyên almanî ji ber sedema salvegera wê ya 60´an ev babet li navendê bi cih kirine û li derdora wê jî serpêhatiya Almanyayê ya dîwarî û bûyerên qewimîne jî ji nû ve bi bîr tînin. Pirraniya wan rojnameyan sernûçeyên wekî: "Divê em tu carî ji bîr nekin" danîne û di dewama şiroveyên li ser mijarê de hîn hişktir bang dikin: "Mafê me yê jibîrkirinê nîn e!" 

Ew dîwarê ku di şeva 13'ê Tebaxa/Gelawêja 1961´ê de bi qasî 45 kîlometroyan hat lêkirin di bîr û hişê gelê alman û wisa jî li ser piraniya dinê jî cihekî bi tesîr hiştiye. Rojnameyên almanî dinivîsin, sazî û dezgehên almanî û gelê ku ji têkçûna pergala Komara Almanya Demokratîk xweşhal in vê bûyerê şermezar dikin û rabûna dîwêr jî pîroz dikin. Balkêş e ku zêdetir rojnameyên wan di çarçoveyeke teng de yan jî di çarçoveya Dîwarê Berlînê de li ser babetê şiroveyan dikin. 

Wekî nimûne, behsa dîwarên kevin û nû yên li deverên cihê nakin. Ji Belarûsê heta bi Amerîkayê li gelek cihên dinê, dîwar hene û li hin cihan jî yên nû tên lêkirin. Jixwe dîwar û sînorên Kurdistan parçe kirin, hema bêje hîç di rojeva wan de nîn e. Ji bilî rojnameyên wekî Junge Welt, Neues Deutscland û TAZ´ê di demên komkujî û karesatên mezin de jî yan pirr kêm yan jî hîç cih nadin kurdan. Rewşeke xwesansurkirinê heye yan jî pêkutiyeke nediyar dibe sedema vê, ev baş nayê zanîn. 

Rastiya ku baş tê zanîn ev e ku di tu pergalên mirovahiyê yên heta niha de, bi taybetî jî di yên serdema ragihandinê de ew azadiya vegotina raman û rastiyê pêk nehatiye. Her pergalê li gorî berjewendî û armancên xwe şikil û teşe daye vê babetê. Rojnameya Bild a navdar a almanî ya ku di dema Liberxwedana Kobanî de kurd wekî "gelê herî qehreman ê cîhanê" pênase kiribû, piştî serketinê mîna ku tu kevirekî baêvêjî bin bîra bê binî, lê hat. Helbet ev helwesta medya almanî bi serê xwe mijareke girîng û hêjayê lêkolînê ye. Ligel hinde bûyer û bobelatên dijwar, ew çawa dikarin guhên xwe ker bikin û çavên xwe miç bikin? Bi taybetî dîasporaya Kurdistanê û her wisa medya kurdî divê li ser vê babetê raweste û li bersivên vê pirsê bigere. 

Li aliyê din, mirov dikare bibêje ku piraniya almanan bûyera dîwarî, wekî parçekirina welatî û rabûna wî jî mîna serketina li dijî pergala dîktatorî dibînin. Di hiş û bîra wan de bi awayên cur bi cur kuştina mirovên ku dixwestin di ser dîwêr re birevin û ji pergalê rizgar bibin, mayînde ye. Beguman kêm jî be kesên ku wisa nafikirin jî hene. Ew jî dibêjin, mafekî rewa bû ku pergal xwe li dijî sîstema din biparêze. Lewra mirovên perwerdekirî, gihiştî û kêrhatî dixwestin birevin. Kesên wekî bijîşk, parêzer, endezyar û wekî din hatibûn perwerdekirin, ji ber ku derfetên jiyaneke dewlemedtir li aliyê din hebûn, terka welatê xwe dikirin û diçûn. Bi ser de jî li dijî pergala sosyalîst dibûn navgîn û alavên propagandaya dijber û xisarên mezin digihandinê. Her wiha di encamê de her çiqas hejmar ne zelal jî be bi qasî 238 kes hatine kuştin. Wêneyê leşkerê ku tifinga xwe ji milê xwe davêje û baz dide, û wisa jî bedenên parçebûyî yên li ser têlên dîwêr jî wekî dîmenên dilsotîner ji dîroka mirovahiyê re mane.

Ev tev de rastî ne, mixabin ew pergala ku ji bo dinê bûbû hêviya rizgarî û azadiyê, veguherî desthilatiyên dîktatorî. Gava di Mijdara/Sermaweza 1989'an de rûxiya jî ji almanan bêhtir gelên bindest û hejarên li welatên kapîtalîst ji bo wê diêşiyan û digiriyan.

Bi herhalî mirov dikare bibêjê, gelê alman ji rabûna dîwêr û ji nû ve yekbûna welêt kêfxweş e.

Her çiqas di encamê de bihuşta dihat payîn pêk nehatibe jî, ev ji bo rast, çep û wekî din jî lê dibe.

Di vir de ya girîng ev e ku bi aweyekî yan jî rêbazekê em bi wan bidin zanîn ku Almanya li ser axa xwe dîwar hilweşand, lê di lêkirina dîwarên li welatên dîtir de hevpar û hevkar e. Vê gavê li sînorên bêbext yên di navbera rojhilat û bakurê Kurdistanê de jî dîwarî lêdikin, li Rojava bajar û dîwaran ava dikin ku rasterast bi alîkariya dewleta alman çêdibin. Ango ew dîwar jî mixabin Dîwarên Berlînê ne. Lê em nikarin dengê xwe bigihînin wan. Ev jî dilê mirovî diêşîne. 

14.08.2021, Yenî Ozgur Polîtîka

**

Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê "Dîwar(ên) Berlînê" bû, me guhart

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ayfer Duzdaş: Di muzîka kurdî de xitimînek heye

ad

Murîdî û Netewehezî

ad

Hejmara nû ya 'Folklora Kurdan' derket

ad

"Çarşî" vê carê bal kişand ser lehiyê

ad

Şaredarên Rojava çûn serdana Baydemîr

ad

Platforma Parastina Sûrê dê li dijî biryarê bixebite

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname