logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Di belgeyên nehênî yên Brîtandayê de ‘Kurd û Kurdistan’

Pirtûkeke nû ya li ser dîroka kurdan bi kurmancî derket. Pirtûka bi navê “Kurd û Kurdistan Di Belgeyên Nehênî yên Brîtan

  • Dîrok: 30/11/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Pirtûkeke nû ya li ser dîroka kurdan bi kurmancî derket. Pirtûka bi navê “Kurd û Kurdistan Di Belgeyên Nehênî yên Brîtanyayê de” ku lêkolîner Kemal Mezher Ahmed bi soranî weşandibû niha bi kurmancî ji Weşanên Avestayê derket. Pirtûk ji aliyê Ziya Avci ve ji soranî ji bo kurmancî hatiye amadekirin.

Ev berhema ku ji gelek belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê hatine berhevkirin pêk tê, der barê rewşa pirsgirêka kurd û Kurdistanê de gelek agahiyên muhîm ên di salên pêşîn yên sedsala 20’an de bi awayekî zelal radixe ber çavan. Ji bo fêmkirina meseleya kurdî û rewşa îro kurd tê de ne, pêdiviya her kurdî û her lêkolînerî bi hûr û kûrî, bi xwendina van belgenameyan heye. Bi sedan belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ku bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji aliyê sefîr û konsolosên cihê cihê yên Brîtanyayê ve ku hem ji hev re û hem jî ji wezareta xwe ya karên derve re, şandine di vê kitêbê de cih digirin.
Hema bibêje der heqê hemû serok, rêber û tevgerên kurd yên wê demê de, gelek agahiyên berfireh di vê kitêbê de cih digirin.

KEMAL MEZHER AHMED KÎ YE?

Lêkolîner û nivîskar Kemal Mezher di sala 1937‘an de li Silêmanî hatiye dinyayê. Ji Unîversîteya Bexda Beşa Dîrokê mezûn bûye. Bi teza xwe ya di 1963‘yan de ya bi navê “Tevgera Azadiya Netewî li Kurdistana Iraqê di Navbera Salên 1918 û 1932yan de” û di 1970yî de “Tevgera Azadiya Netewî li Kurdistana Iraqê di Navbera Salên 1918 û 1958’an de” ji Akademiya zanistî ya Sovyet dîplomeya doktorî wergirt. Di salên dawî de li Hewlêra paytexta Kurdistanê bi cî bû.
Ew ji salên 70’yî û vir ve li Zanîngeha Bexda Fakulteya Edebiyatê di Beşa Dîroka Modern  de mamostetî dike; zêdeyî 30 kitêb û bi sedan nivîs û lêkolînên wî yên bi zimanê kurdî, erebî û rûsî çap bûne. Hin berhemên wî ji bo zimanên din hatine wergerandin. Di salên 70’yî de dema li Bexdayê Korî Zanyarî Kurdî hate damezrandin, di avakirin û xebatên wê û derxistina kovara wê ya kurdolojî de rolekî sereke lîst. Piştî Şerefxanê Bedlîsî û Mihemed Emîn Zekî Beg ew şeref a wî ye ku dîroka kurdî xistiye nav çarçoveyeke zanistî, ew jî formata çîrokên lehengiyê derxist, gihande asta lêkolînên cidî yên ilmî ku xwe li çavkanî, belge û analîzên ilmî digre.

Kurd û Kurdistan, Di Belgeyên Nehênî yên Brîtanyayê de / Kema Mezher Ahmed / Ji soranî bo kurmancî: Ziya Avci  / 400 rûpel

 

 

 

 

 

 

***

 

REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

 

Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve

Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany

 

Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin

Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 09 06 2026

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Cizîrê Mîhrîcana Cejna Zimanê Kurdî dest pê kir

ad

Pêşangeha "Peyama Orjînal" vedibe

ad

Jin im ez, li vira têm kuştin!

ad

Vê carê Bollywood di grevê de ye

ad

Qedexekirina konserê, binçavkirin û israra di çêkirina konserê de

ad

Îngilîzan bi penaltiyan bilet bi dest xist

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname