Diyarname
Piştî ku lîstikvanê fûtbolê yê Bayern Munîhê Mandzukic û Shaqiri piştî golavêtinê wekî leşkeran silav da cezaya hişyarkirinê li wan hate birîn û silavdayîna wekî leşkeran hate qedexekirin.
Li Bundeslifaya Almanyayê, maça di Bayern Munih û Nurnbergê de 1-1 wekî hev man. Di maçê de Mandzukic (lîstikvanê ji Hirvatistanê) piştî gol avêt, digel Xherdan Shagiri (bi eslê xew ji Kosovay lîstikvanê Tîma Neteweyî ya Swîsreyê) wekî leşkeran silav da û wisa kêfxweşiya xwe anîn ziman. Lê Federasyona Fûtbolê ya Almanyayê silavdayîna wekî leşkeran qedexe kir. Di heman demê de Lijneya Cezayê ya Federasyona Alman jî bi nivîseke cezaya hişyarî da wan. Di nivîsa hişyariyê de ji wan hat xwestin ku careke din nekevin nav tevgereke wisa ku dibe wekî siyasî şaş bê fêmkirin.
Piştî nîqaşê her du lîstikvanan jî diyar kirin ku tu armanceke wan a siyasî nîn e.
Li welatê biyanî silavdayîneke wisa xweş nayê dîtin û lîstikvan têne hişyarkirin lê li Tirkiyeyê hin lîstikvanên neteweperst silavên wisa didin, kes ji wan re tiştek nabêje. Em çi bibêjin: Bila aqûbet di serê Tirkiyeyê de be.