Diyarname
Di yekemîn salvegera wefata Orhan Doganî de Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê îro dê çalakiyeke bibîranînê pêk bianiya çalakî ji bo demeke din hate betalkirin.
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê dê li Enqereyê îro çalakiyeke ji bo bîranîna Orhan Doganî li Navenda Çanda Kongreye ya Odeya Muhendîzên Avahiyan li dar bixista. Lê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hate gotin ku çalakî ji bo demeke pêş hatiye taloqkirin.
Di çalakiyê de dê li ser Doganî axaftin bihata kirin, pêşangeheke li ser wî bihata li dar xistin û dê sînevîzyoneke bihata pêşkêş kirin.


