FRANFÛRT
Parlementera BDP'ê ya Amedê Leyla Zana bangên ji bo agirbesta yek alî nirxand û got; “Ez bawer nakim ku wateya tu tiştek bi yek alî hebe. Her tiştekê aliyê xwe yên din heye.” Zana wisa got: “Êdî têkoşîna çekdarî heta cihekê hat. Ez tu carî mijara çekdanînê gotûbêj nakim. Ew sîgortaya kurdan e."
Leyla Zana ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka axiviye. Vane çend gotinên Zana yên di hevpeyvînê de:
- Ez bi temamî nabêjim pêvajoyek erênî an jî neyînî ye. Pêvajoya hevdîtina li gel Ocalan hate destpêkirin. Bi salan e em ji bo vê yekê hewl didin û dîplomasiya wê dikin. Em vê dibêjin: Divê her du alî jî mudaxil bin. Divê dewleta Tirk ne tenê kurdên nêzî xwe, bi hemû kurdan re dest bi diyalogê bike. Divê bêyî ku bibêje ‘Kurdê baş û kurdê xirab’, dest bi diyalobê bike.”
- Divê berî her tiştê tecrîd bê rakirin. Divê ji neqilkirina girtîgehek din, di hepsek a malê de cih bikin. Divê teqez ev şert û merc biguherin. Divê Ocalan teqez ji Îmraliyê derbixin. Stenbol be, Enqere be, Riha be, êdî ew dizanin, divê ji wir bê derxistin. Ev ji bo muzakereyek durist pêwîstiyek e. Divê ev xwîn bi aramiya civakî rabiweste. Ji bo rehetkirina civakê, divê tavilê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.
- Rast e, girtin hene, lê ev bi şerê ku 30 sal in diajo re eleqeder e. Vana ji bo şer bidin jibîrkirin, şer binixumînin, neheqiyan bidin jibîrkirin û nehêlin kurd ji bo dahatuya xwe projeyan amade bikin, dikin. Kurd ji salên 70’yê û vir ve bi van hewldanên provakatîf re rû bi rû ne. Li rastî êrîşan hat. Lê divê ev temamî rojeva danegire, lê divê ev jî di rojeva me de hebe. Divê bi awayeke giştî pirsgirêka kurd bê gotûbêjkirin. Divê ev her tim zindî bimîne. Me bi girtinên ji doza KCK’ê re mijûl dikin. Gava em li binê wê dinêrin, dibînin ku pirsgirêka kurd heye. Ji bo em pirsgirêka kurd gotûbêj nekin, me bi girtinên rojane re mijûl dikin. Divê em di vê mijarê de bihîstyar û hişyar bin.
- Ez bawer nakim ku wateya tu tiştek bi yek alî hebe. Her tiştekê aliyê xwe yên din heye. Di roja me ya îro de çalakiyên demokratîk û em bi kurdî jêre dibêjin “Berxwedana Demokratîk” hene. Divê em bi awayeke xurt vê berxwedana demokratîk radîkal bikin. Êdî tekoşîna çekdarî heta cihekê hat. Ez tu carî mijara çekdanînê gotûbêj nakim. Ew sîgortaya kurdan e.
- Baweriya aliyan bi hev du nayê. Ji bo wê jî divê pêngav bêne avêtin. Divê pêngava herî mezin jî dewlet biavêje. Ji ber ku yên li rastî neheqiyê tên kurd in û ên neheqiyê jî dikin dewlet e. Heta statuyek nedin kurdan, divê çekdanîna kurdan neyê gotûbêjkirin. Lê ez jî dixwazin çek bê deng bibin. Ji ber ku divê êdî xwîna kurdan nerije.
- Divê kurd jî wekî her gelên cîhanê referandûmê pêk bînin. Bila bi xwe biryar bidin ka federasyon, xweserî, sîstema eyaletan an jî konfederasyonê dixwazin? An jî serxwebûnê? Divê gelê kurd bi xwe vîna xwe diyar bike. Divê kurd jî çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, ev mafekî gerdûnî ye. Gelê kurd çi bixwaze divê hemû alî jî rêzê nîşanî vê yekê bidin.