Bi rastî berî her tiştî, berî ku em gazincan ji weşanxane û weşangeran bikin, pêşî pêwîst e em rewşa xwendevanên zimanê kurdî baş nas bikin. Ji aliyekî ve ev rewş pir kambax e, ji aliyekî din ve nêrîna li berhemên kurdî nêrîneke pir nexweş û çewt e. Çawa ku di demekê de hişmendiyek di nava kurdên bakur de belav kirin ku kurd ew kesê belengaz, gundî, cahil û paşketî ne û pir di wê siyaseta xwe de bi ser ketin. Ji ber nîşana medeniyet û şaristaniya kurdan di nav wan xwe bi xwe de jî, bûbû pîvana zanebûna wî/ê ya zimanê tirkî. Yanî tu çi qas bi tirkî bizanibî ew qasî tu bajarî, pêşketî, nazik û xweşik î.
Bê guman ev yek di encama siyayseta bi salan de derket holê û hêdî hêdî êdî bi xwe ber meşiya û giha asta oto-asîmîlasyonê. Niha gelek malbatên kurd bi xwe, xwe asîmîle dikin û di malên xwe de jî bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Ez naxwazim gelekî behsa vê mijarê bikim lê tenê min xwest ez bînim bîra we ku sedemên bingehîn ên kêmbûna çapkirin û firotina pirtûkên kurdî, di bingeha xwe de girêdayî vê meselê ne.
Wekî mînak Azadiya Welat rojnameyeke tekane ya bi kurdî ye ku li hemû Tirkiyeyê tê belavkirin. Lê dema ku mirov hejmara firotina vê rojnameyê dibîne baş rewşa zimanê kurdî jî eşkere dibe. Ji bo em gelekî mezin nekin em bi kêmanî hejmara kurdên ku dikarin bixwînin û binivîsin bêjin. Heke tunebe tunebe 3 mîlyon li Tirkiyeyê hene. Bila ji wan mîlyonek ji siyaseta vê rojnameyê ne razî be û bila ji bo xatirê we mîlyonek din jî ji sedemên cuda vê rojnameyê nexwînin. Ka yên din bi ku ve çûn, çima 9-10 hezar tenê dikirin.
Dibe ku hinek bêjin em ji zimanê rojnameyê fêm nakin, yaho bi xwedê em ji xelkê baş fêm dikin, çima em ji rojname û nivîskaran fêm nakin. Ê bavê min xelk ji te re dibêje, 'min qapî kapatmiş kir', 'îçê kulaxê min dêşe', 'gêçmîşbe wele min duymîş nekiribû tu nexweş î'. Bê guman ji ber tirkiya te baş e tu yê ji wan baş fêm bikî, ma çavê we lê ye ku rojname û nivîskar jî bi vî rengî binivîsin? Yanî ya rast mesele ne di nivîskar û rojnameyê de ye, mesele di kêmasiya me ya di warê ziman de ye. Belê rast e ne sûcê te ye, me li jor behsa hin sedeman kir, ez naxwazim meseleya asîmîlasyon û pêkutiyên ku li ser ziman hatine kirin dubare bikim. Lê divê tu jî bizanibî ku ne sûcê nivîskaran e jî. Wan nivîskaran jî xwendina xwe bi zimanê serdestan kiriye lê cudahiya di navbera we û wan de ew e ku nivîskaran hinekî xwe di warê ziman de bi pêşxistine. Lê aliyê din, xwendevan ku piraniya wan bi zimanê tirkî dizanin lê dema dibe kurdî dibêjin wele ez tîpê kurdî nas nakim, tevî ku cudahiya tîpên tirkî û kurdî tenê çend tîp in. Yanî kesê ku bixwaze dikare di saetekê de wan tîpan hîn bibe. Kesên din ên ku dibêjin em dikarin bixwînin lê em jê fêm nakin ew jî bela kêm sekinandina wan a li ser ziman e, yanî ku rojê saetekê bixwîne wê her roj çend gotinên nû hîn bibe ta ku ferhengek ji gotinan di tûrikê hişê wî de çêbibe.
Astengiyek din a girîng a kêm xwendinê înternet e ku li ber destê piraniya xelkê heye û xwendevan ji wir dikarin di heman deqeyê de li hemû bûyer û pêkhatinên ku li cîhanê diqewimin bibînin û bixwînin. Lewra jî hewcedarî bi kirîna rojnameyan namîne. Wekî mînak em hejmara kesê ji rojnameya Azadiya Welat dikirin û yên ku nûçeyan ji malpera wê dixwînin bidin ber hev wê ev rewş baş û eşkere xuya bibe.
Bi giştî xemsariyek heye ku gel bi giştî mesela ziman û xwedî derketina li ziman û talûkeya windabûna ziman nedaye ber çavê xwe û ji xwe re nekiriye derd. Li gor min ew mitînga ku berî çend rojan li Culemêrgê çêbû karekî gelekî pîroz bû ku ji alî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ve hate orgazîzekirin û pêwîst e gelek xebatên wiha çêbibin. Mitîngên ku bi dehazan li hemû bajaran derdikevin kolanan û bi yek dengî daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî bikin an jî bi kêmanî wekî nerazîbûnekê her kes xwe hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bike. Her kes bi îmkanên xwe û li gor rewşa xwe. Heke ev hesasiyet û berpirsiyariya li hemberî zimanê zikmakî bi me re peyda bibe wê hejmara xwendevanên kurdî ji sedî hezar zêde bibe. Wê gavê belkî weşanger jî tehma devê xwe li weşanê xweş bike û xwediyê behremê jî bê berger û riyên din berhemên xwe bide çapkirin. Wê demê ne tenê wê tama devê wan xweş dibe lê wê diranê wan jî qîç bibe û rûyê wan jî bikene, dema ku bêrîka wan germ bû wê hem xwediyê berhemê hem jî weşanger êdî berhemên baştir peyda bikin.
Ez bawerim ku gelek mîna min hene, ez wekî şexs ji bo vê rewşa kambax, serê 10 salan e min helbestên xwe di quncikên tarî de veşartine, wekî din jî şano û wergerên min jî têra pirtûkekê hene ji bilî nivîsên min ên pexşan, ji bo kesek nebêje ev wekî bangekê ye ji xwe re bikar tîne, ez dibêjim mineta we tevan li çiyayê qaf, ji xwe ji ber ez nikarim devê xwe ne li ber weşangeran û ne li ber xwendevanan xwar bikim da ku berhemên min biweşînin, ew heta niha mane.


