Diyarname
Di maçên Koma B de Hirvatistanê bi 2-1 Almanya têk bir, Avusturya û Polonya wekî hev man: 1-1
Yek ji tîma xurt a Di Koma B de Almanya ye. Rexnegirên sporê Almanya wekî berendamê şampiyoniyê nîşan didan. Almanan maça xwe ya yekem girt lê di maça duyem a bi Hirvatistanê re têk çû. Bi vê têkçûna almanan hêviya xwe ya derketina ji komê hişt maça dawî. Û bi serketina 2-1 a Hirvatistanê ya li hemberî Almanyayê, Hirvatistan bû xwedî 6 pûanan û mafê derketina ji komê bi dest xist.
Ji bo tîma duyem ku ji komê derkeve jî dê di maçên dawîn de diyar bibin. Piştî Hirvatistanê Almanya, Polonya û Avustarya dê di maçên dawî de bikin ku bilêta xwe ya derketina ji komê bigirin.
Kunyeya Maçê:
Stad: Worthersee
Hakêm: Franck de Bleeckere, Peter Hermans, Alex Verstraeten
Hirvatistan: Pletikosa - Corluka, R.Kovac, Simunic, Pranjic - Srna (dq. 80 Leko), N.Kovac, Modric, Rakitic - Olic (dq. 72 Petric) , Kranjcar (dq. 85 Knezevic)
Almanya: Lehmann - Lahm, Mertesacker, Metzelder, Jansen (dq. 46 Odonkor) - Fritz (dq. 82 Kuranyi), Frings, Ballack, Podolski - Klose, Gomez (dq. 66 Schweinsteiger)
GolÇ Dq. 24 Srna, dq. 62 Olic / dq. 79 Podolski
+++
Di maça duyem a Koma B de Polonya û Avusturya hatin hemberî hev. Kîjan tîm di maçê de bi ser biketa ewê din dê ji tûrnûvayê veqetiya lê her du jî bi ser neketin: 1-1
Bi vî awayî her du jî dê maçeke din bi reqîbên din re bilîzin.
Kunyeya Maçê:
Stad: Ernst Happel
Hakêm: Howard Webb, Darren Cann, Michael Mullarkey
Avusturya: Macho - Garics, Prodl, Aufhauser (Dq. 72 Saumel), Stranzl, Pogatetz - Leitgeb, Ivanschitz (Dq. 64 Vastic), Umit Korkmaz - Harnik, Linz (Dq. 64 Kienast)
Polonya: Boruc - Wasilewski, Jop (Dq. 46 Golanski), Lewandows, Bak, Zewlakow - Dudka, Guerreiro (Dq. 85 Murawski), Krzynowek - Saganowski (Dq. 83 Lobodzinski), Smolarek
Gol: Dq. 30 Guerreiro / dq. 90+2 Vastic pen.