Amed
Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî ya bi diruşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ ev du roj bûn li Amedê li dar bû, bi belavkirina encamnameyê bi dawî bû. Di konfransê de biryar hat girtin ku “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” bê avakirin.
Konferansa ziman roja 27'ê mehê li Çand Amedê li dar ket, duh bi dawî bû. Di du rojan de endamên saziyên ziman, hevşaredar, siyasetmedar amadebûn. Kesên eleqedarê ziman axivîn û gotina xwe gotin. Li konferansê pankartên bi kurmancî, kirmanckî û soranî bi gotina ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hatin daliqandin.
Konferans bi encamnameyê bi dawî bû. Va ne biryarên ku hatine girtin:
“1- Hefteya 15 Gulanê dê wekî festivalê bê pîroz kirin. Di vê hefteyê de tu bernameyên ku 15 Gulanê di bin bandora xwe de bihêle dê neyên amade kirin.
2- Ji bo pêşxistina û zindîkirina ziman dê 2 salan carek konferansek bê li darxistin.
3- Ji bo ku saziyên ziman di bin banekê de bên rêxistinkirin û xebatên hevpar bimeşînin bi navê “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” konfederasyonek bê avakirina.
4- Ji bo ku zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê yekemîn hemû nivîsên rêxistinî yên navxweyî yên navbera sazî û dezgehên me de bi kurdî, heke pêwîst bike li gorî rewşê ji bo tirkî jî bê wergerandin.
5- Ji bo sazûmanî û domdariya kar û barê folklorê bi hevkariya rêveberiyên herêmî (di bin banê daîreyên ziman de wekî gerînendetiya xebatên pêşvebirin û berbelavkirina zimanî) bê kirin.
6- Her sazî û dezgehên welatparêz ji bo xebatên ziman divê ji butçeya xwe butçeyek ji bo xebatên ziman veqetîne.
7- Sazî divê ji bo karmendên xwe yên bi kurdî nizanin û ên kêm dizanin di asta nivîsînê de qels in li gor asta wan divê atolyeyên zimanî yên mecbûrî organîze bikin.
8- Malperên fermî yên saziyan, hesabên medyaya civakî û daxuyaniyên ji bo çapemeniyê divê di rêza yekem de bi kurdî bin. Zimanên din tenê wekî alternatîfên wergerê li pişt kurdî cih bigirin.
9- Ji bo avakirina dibistaneke online xebat bên destpêkirin.
10- Navên sazî, dezgeh, kuçe, kolan, park û hwd. peyzaj ango kurdîkirina bajêr bê kirin.
11- Em bikaranîna kurdî wekî pîvana temsîla siyasî bi nav dikin, kî bixwaze kurdan temsîl bike, divê hînê kurdî bibe.
12- Ji bo avakirina toreke berfireh a zimanê kurdî ku derdorên cuda jî tê de cih bigirin, hewldan bên destpêkirin.
13- Rêveberiyên herêmî di konferansa xwe ya giştî de di derbarê ziman û perwerdehiyê de hin biryaran girt. Mînak; wekî avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî, gerînendetiya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî û yekeyên pêşvebirin û parastina zimanê kurdî / Vekirina kreş, navendên zarokan, odeyên lîstikê û zarokîstanan (pêşdibistanan) û hwd. Mînak; Avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Di heman demê de jî gerînendetî û yekeyên pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Divê kanaleke xwerû çandî bê vekirin.
14- Ji bo ku kirmanckî/zazakî di bin serdestiya tirkî û siya kurmancî de nemîne, divê; televîzyoneke xweser ya mîna Jiyan TV yan jî gavek din ji nû ve were vekirin. Divê akademî û weqfeke xweser ya bi zoravayê kirmanckî were vekirin, di heman demê de ji bo kurmancî jî. Karê standardîzekirina zimên serdest be.
15- Ji bo prestîja ziman divê bibe zimanê jiyanê anku zimanê bazarê. Ya din jî kesên ku dinivîsin bibin pêşengên civakê divê zimanê herêmî ya standard û xwediyê belgeyên saziyên ziman bin.
16- Di konferansa rêveberiya herêmî de biryara butçeya daîreyan a çand û ziman divê bê bicihkirin. Dîsa ji bo ziman bi prestîj bibe divê saziyên zimanê kurdî esas bêne girtin, aboniyeke xurt jê re bê veqetandin.
17- Divê cihê saziyên ziman ku lê hene, divê li navçeyên wan bajaran jî bên vekirin.”
***
Nûçeya Eleqedar:
- Konferansa zimanê kurdî dest pê kir


