Li Sûrê ev nêzî sê meh in gel di bin dorpêçê de ye û bi taybetî di rojên dawî de ji ber êrîşên giran bi komkujiyê re rû bi rû ne. Di dîmenên ku ji Sûrê hatin kişandin de jineke rewşa giran a li navçeyê tîne ziman.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku 84 roj in di bin dorpêçê de ye, bi sedan şêniyên taxan ji ber êrîşên giran ên hêzên dewletê di malan de asê mane. Li Sûrê her ku diçe rîska li ser welatiyan zêde dibe û fikarên komkujiyek nû mezin dibe. Di dîmenên nû yên ji navçeyê hatin de asta êrîşan bi zelalî tê dîtin.
Di dîmenên ku ji malekê bûye kavil hatiye kişandin de cihên kavil balê dikşîne. Di mala ku şibakeyên wê şikiyane de 6 zarokên ku temenê wan di navbera 2 û 11'an de xuya dikin û 2 ji wan birîndar in.
Di dîmenan de jineke rewşa ku di nav de ne bi van gotinan tîne ziman: "Bi tankan topbaranê dikin, cihên ku sivîl lê ne tê bombebaran kirin. Em wekî gel mexdûr in. Birîndarên me hene. Duh êvarê ji ber bombeyê Kadîr ji milê xwe û serê xwe birîndar bû. Ji duh êvarê ve ye em nikarin bêhn bigirin, gaz davêjin. Dewletek çawa dixwaze gelê xwe wisa bikuje, em şaş dimînin."
DÎHA


