Heyeta KCD - DBP'ê diçe Culemêrgê
AMED
Ji bo çareserkirina bûyerên li Culemêrgê heyeta ji rayedarên KCD û DBP'ê pêk tê diçe Culemêrgê.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Hevserokê Giþtî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, mebûsê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle, Hevþaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Berdevkê Kongreya Îslama Demokratîk ê Culemêrgê Fadik Bedirhanoglu, Endamê Meclisa Partiyê yê DBP'ê Cuneyt Caniþ, Hevþaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Þaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, wê ligel komek rayedarên din sibê (22'yê mehê) biçin Culemêrgê.
Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Culemêrgê parêzer Mustafa Mîraz Çalli da xuyakirin ku heta KCD û DBP'ê wê sibê saet di 14:00'an de bê bajêr û hin hevdîtinan bike.