Diyarname
Di Lîga Yekemîn a Futbolê ya Fransayê de Olympique Lyon di hefteya 38'an de şampiyoniya xwe îlan kir.
Li Ligue 1 (Lîga Yekemîn a Futbolê ya Fransayê) Lyon duh bi Auxerre re li deplasmanê lîst û bi 3-1 bi ser ket. Bi vê serketinê re 4 pûanek ket pêşiya tîma Bordeaux ku di lîgê de di rêza duyem de ye. Bi vê re tîma Lyon pûanên xwe derxist 79'an û berî ku lîg bi dawî bibe şampiyoniya xwe îlan kir. Bi vî awayî jî bû 7 caran ku Lyon bi ser hev de dibe şampiyon.
Lyon ji sala 2001-2002'yan ve ev heft car in bi ser hev de dibe şampiyon lê her carê teknîk dîrektorê xwe diguherîne. Di van 7 salan de 4 teknîk dîrektor ên bi navên Jacques Santini, Paul Le Guen û Gerard Houllier guhartin û niha jî difikirin ku teknîk dîrektorê niha Alain Perrin biguherînin.
Serokê Olympique Lyonê Jean-Michel Aulas e.