logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bakirhan: Kurd demokrasiya herêmî dixwazin

  • Dîrok: 21/03/2026
  • Beş: Nûçe

Amed
Îro bi sed hezaran li Amedê ji bo Newroza 2026'an hatin ba hev. Newrozek serketî li dar ket. Siyasetmedar Leyla Zana axivî. Peyamana rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan axivî. Stran hatin gotin, govend hatin gerandin.

Va ne çend notên ji Newroza Amedê:

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan: Kurd demokrasiya herêmî dixwazin
- Li ber şahidiya mîlyonan ezê daxwazên we yên dîrokî bînim ziman. Dipirsin kurd çi dixwazin? Îro di Newroza 2026'an de li Qada Amedê em carek din diyar bikin ku kurd çi dixwazin. Kurd dixwazin li Tirkiyeyê nasnameyê wan bê nasîn. Kurd bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dixwazin. Kurd di Zagona Bingehîn de ewlehiyê dixwazin. Kurd demokrasiya herêmî dixwazin. Kurd hemwaletiyeke wekhev dixwazin.
- Dema ev Komar hat avakirin li eniyê kurd hebûn. Li Çanakkaleyê, li Rihayê, di Şerê Rizgariyê de, li çar aliyên Tirkiyeyê kurd hebûn. Dema Meclis hat avakirin li Meclisê kurd hebûn. Ev welat bi hev re hat avakirin. Berdêl hat dayîn. Di felaket û êşê de bi hev re bûn. Wê çaxê di dema seadetê de em çima ne şirîk bin. Em naxwazin giraniya vê pirsgirêkê bihêlin ji bo nefşên bê. Em dixwazin vê qederê biguherînin.
- Ev çîroka di avakirina Komarê de nîvco ma ye, bi encama ku her kes jê kêfxweş bibe em dixwazin temam bikin.  Daxwaza kurdan ne cudabûn, şirîkatî ye.
- Kurd ne înkarê, naskirinê dixwazin. Ev ne diyarî ye, mafek e. Kurd dixwazin bibin şirîkê rêveberiyê.


Siyasetmedar Leyla Zana: We bereket anî
- Amed, we bi sekna xwe bereket anî. Newroz pîroz be. Ji vir gelek peyam hatin dayîn. We ji bo Rojava jî sekneke xurt nîşan da. Gelê Kurd bi sekna xwe peyama xwe da siyasetmedaran, em yek in, Kurd in û wekî gelên din xwedî maf in. We peywîra xwe bi cih anî. Divê siyaseta Kurd jî erka xwe pêk bîne.
- Ez dixwazim ji hikumetê re jî çend gotinan bejim, salek û nîv e hûn daxwaza vî gelî pêk naînin. Gel dixwaze Serok li Amedê bibîne. Ji ber ku dixwazin pêşerojê bi hev re ava bikin. Di kesayeta Rêber Apo de Newroza hemû girtiyan pîroz dikim. Di nav xêr û xweşiyê de bimînin. We sekneke xurt diyar kir. Cîhan hemû we temaşe dike. Di nava xweşiyê de bimînin, azad bijîn û her tim li ser pêyan bin.”

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan:
- Sembol û kesayetiyên Newrozê giyanê vê herêmê nîşan didin. Dehaq temsîla pergala şaristaniya dewletan e; marên li ser milên wî ku her roj mejiyê du ciwanan dixwin hovîtiya dewleta Asûrî temsîl dikin, Kawayê Hesinkar remza berxwedanê ya li dijî zilmê ye. 
- Şerên olî, mezhebî û çandî yên ku hezar sal in li Rojhilata Navîn berdewam in, derbeya herî mezin e li çanda jiyana hevbeş a di navbera gelan de. Her ku her nasname û her bawerî hewl dide vekişe hundirê qalikê xwe û yê din bike dijmin û bi vî awayî hebûna xwe bidomîne, dûrketina di navbera gelên me de kûrtir dibe. Nirxên me yên hevpar û çanda me ya hevpar tên paşguhkirin, cudahiyên me wekî sedema şer tên dîtin.
- Divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin. Divê em wê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hember her cûre şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.
Em rê nedin ku Rojhilata Navîn ku çandê diafirîne, ji aliyê hêzên hegemonîk ve bibe qada şer. Wekî di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin ku bikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rastîn entegre bibe, derbas bikin. Dema ku em nexweşiyên neteweperestî û mezhebî li dû xwe bihêlin û çanda dîrokî ya hevgirtinê ya hezar salan di navbera gelên xwe de xurt bikin, tu astengiyek namîne ku em nikaribin derbas bikin.
- Mimkun e ku mirov bi ruhê yekîtiyê siyaseta demokratîk diyarî bike. Eger em bixwazin têkoşîna hezar salan a bindestan tacîdar bikin, cihê vê yekê li Rojhilat jî li Rojava jî ne di hawîrdora çandî ya kapîtalîst de ye, cihê wê hawîrdora azad a Rojhilata Navîn e. Em dikarin entegrasyona demokratîk li van axan li ser bingeha hevdîtineke rasteqîne û mirovahî, yekîtî, hevgirtin û dostaniyeke nû nûjen bikin.

- Koma Ribabê, Dîlan û Erkan Top, Elend Hazim, Koma Agirê Jiyan û Zinar Sozdar derketin ser dikê

- Di dawiya bernameyê de pêşkêşvanan sloganên, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” berz kirin û girseyê jî bi yek dengî slogan dubare kir. 
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Selahattin Demirtaş: 22 welatên ereban hene, çima ya kurdan nebe?

ad

Li Culemêrgê banga aramiyê hate kirin

ad

Mullerî jî navê xwe li dîrokê kir

ad

SOZDER’ê di salek de gelek xebat kirin

ad

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê li benda fîlman e

ad

Ji bo Amedsporê 3 hefteyên kritik

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname