Diyarname
Lîstikvanê fûtbolê Thomas Muller di sala 1989’an de hatiye dinê. Li Bayer Munihê dilîze û niha wî navê xwe li dîrokê kir. Sedem? Bû 11 caran li Bundesligayê dibe şampiyon ku ev rekor e.
Berî ku lîg bi dawî bibe bi 3 hefteyan duh tîma Bayern Munih* bû şampiyon. Bi vê yekê re bû 10 caran ser hev de Bayer dibe şampiyon ku di Bundesligayê de ev rekor e. Û pêre rekorek din jî hat kişandin. Ew jî Thomas Mullerî şikand.
Mullerê 32 salî bi şampiyoniya duh re bi temamî di jiyana xwe de bû 11 caran dibe şampiyon û bi vê yekê rekor şikand. Rekora berî vê aîdê hevalê wî yê berê David Alaba bû. Muller di dîroka Bundesligayê de bû lîstikvanê ku herî zêde dibe şampiyon.
Muller di sala 2007-2009’an de di Bayern Munih II de dest bi fûtbolê kir. Di sala 2008’an de dema hê 19 salî bû derbasî tîma A bû û ji wê rojê de di tîmê de bi îstîkrar dilîze. Muller ku li pişt forvetê dilîze îsal bi formaya Bayern Munihê di di 42 maçan de lîst.
Şampiyoniya Nagelsmann
Li aliyê din teknîk dîrektorê Bayern Munihê Julian Nagelsmaan bi vê şampiyoniyê re di dîroka xwe de bû yekemîn car dibe şampiyon. Teknîk dîrektorê 34 salhi berê Hoffenheim û Leipzing bi rê ve biribû û par hatibû ser timê. Di sala xwe ya yekemîn de tîm kir şampiyon.
Nûçeya Eleqedar:


