Diyarname
Amedspor 19'ê mehê li mala xwe li hemberî Çorumsporê bi 1-0 bi ser ket û hêviya xwe ya play-offê dom kir. Niha li pêşiya Amedê 3 maçên kritik hene.
Di Lîga 1'em a Tirkiyeyê de her du tîmên yekem û duyem raste rast derdikeve Lîga Super. 5 tîmên ku di rêzên 3,4,5,6 û 7'inan de cih digirin bi hev re maçên play-offê dilîzîn. Ji nav van tîman, tîma bi ser bikeve wekî tîma sêyem derdikeve Super Lîgê.
Bi maça duh de Amed spor niha bi 54 pûanan di rêza 7'an de ye. Di lîgê de 3 maç mane. Amed spor 27'ê mehê diçe Stenbolê û ligel Umraniyeyê dilîze. 4'ê gulanê li mala xwe Adanasporê dike mêvan û maça dawî jî li Enqereyê ligel Ankaragücü dilîze. Encama van her sê maçan dê diyar bike ku here play-offê yan na.
Her ku maça duh e, Amedspor di temamê maçê de serketî bû lê tenê karî golek biavêje. Di deqîqeya 42'yan de bi pasê Çekdar Orhan lîstikvan Daniel Mareno gol avêt. Li aliyê din di deqîqeya 16'an de Moreno penaltî bikar anî, lê gog li dîrekê xist.


