Kuçeya Îstiklalê ku wekî meskenê aktîvîsteyên çandî tê binavkirin, ber êvaran bi dengê kom û hunermendên cur bi cur xweştir dibe.
Kesên bo armancên cihê cihê tên kuçeyê carinan dev ji ger û karê xwe berdidin û ji bo kêliyekê be jî li dor kom û hunermendan dicivin û xwe davêjin ber dengê muzîkê.
Yek ji van kêliyan jî ev dîmena di vê fotoyê de ye.
Zilamekî ku kê çi zane ji ber kîjan sedem an jî sedaman e li mirovan û jiyanê xeyîdî ye û xwe avêtiye kuçe û kolanan, bi kuçikên ku bi dilsoziya xwe tên zanîn re dostaniyeke taybet daniye. Zilamê me û dostên xwe yên sadiq jî wekî bi sedan mirovên li Îstiklalê nekarîn guhê xwe ji dengê muzîkê re ker bikin. Lewre zilam û dostên wî yên dilsoz jî wekî her kesî xwe avêtin ber dengê muzîkê. Tişta balkêş jî; di vê kêliya ku wan xwe avêt ber dengê muzîkê hunermendan ev stran digotin:
"Bin cefalar etsen almam ustume
Gayet şirin geldi dilerin dostum
Kiş ola baglana yollarin dostum,
Dostum, dostum, dostum......"
Û me jî ji berîka xwe telefon derxist, bi kamereya telefonê ev kêlî tomar kir...
Dawud Rêbiwar