Diyarname
Di Koma D îro Spanya û Rusya, Yewnanistan û Swêd hatin hember hev. Bi vê yekê tûra pêşî a koman jî temam bû.
Di EURO 2008 de îro dora tîmên Koma D bû. Di vê komê de Spanya û Rusya hatin pêşberî hev û Spanyayê mala Rusyayê xira kir: 4-1. Maça din jî di navbera Yewnanistan û Swêdê de bû. Swêdê bi 2-0 zora Yewnanistanê bir. Bi lîstina van maçan re tûra yekem a hemû toman temam bû. Sibê dê maçên duyem ên koman bêne lîstin. Dîsa dor dora Koma A ye.
Di maçên îro de golên Spanyayê di deqîqeya 20, 44, 75'an de David Villa û di deqîqeya 90'î de jî Fabregas avêt. Tekane gola Rusyayê jî Valyuchenko di deqîqeya 85'an de avêt.
Kunyeya maçê:
Stat: Tivoli
Hakêm: Konrad Plautz, Egon Bereuter, Markus Mayr
Spanya: Casillas - Capdevilla, Marchena, Puyol, Ramos - Silva (dq. 78 Xavi Alonso), Senna, Xavi, İniesta (dq. 63 Cazorla) - David Villa, Torres (dq. 54 Fabregas)
Rusya: Akinfeev - Zhirkov, Kolodin, Shirokov, Anyukov - Semshhov (dq.
57 Torbinski), Semak, Bilyaletdinov, Zyrianov - Sychev (dq. 46 Bystrov, dq. 71 Adamov), Pavluchenko
Di maça din a vê komê de şampiyonê EURO 2007 Yewnanistan derket pêşberi Swêdê. Yewnanistan îsal jî bi p
arolaya şampiyoniyê hat tûrnûvayê lê di maça yekem de bi du golên ku xwar serê xwe kir ber xwe.
Para yekem a maça Yewnanistan û Swêdê bi 0-0 bi dawî bû, di para duyem de Zlatan Îbrahîmovîc û Hansson li ser navê Swêdê du gol avêtin û Yewnanistan têk birin.
Kunyeya maçê:
Stat: Salzburg
Hakêm: Massimo Busacca, Matthias Arnet, Stephane Cuhat
Yewnanistan: Nikopolidis - Torossidis, Dellas (dq. 70 Amanatidis), Kyrgiakos, Seitaridis - Katsouranis, Antzas, Basinas, Karagounis - Gekas, Charisteas
Swêd: Isaksson - Nilsson, Hansson, Melberg, Alexanderson (dq. 74 Stoor) - Ljungberg, Svensson, Larsson, Andersson, Wilhelmmsson (dq. 78 Rosenberg) - Ibrahimovic (dq. 71 Elmander)


