Diyarname
"Kovaroka Xwendekarên Zanîngehan a Zanistî, Wêjeyî û Hunerî" Pêngav bi hejmara xwe ya 3'yemîn derkete pêşberî ciwanan.
Kovaroka (bi gotineke din Fanzîm) Pêngav bêhtir ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Stenbolê ve tê derxistin û bi gelek nivîsên cur bi cur balê dikişîne.
Di hejmara sêyemîn ya kovarokê de ku hemû bi kurdî ye, bi nivîskar Ayhan Geverî re hevpeyvîneke hatiye kirin û ew hevpeyvîn bûye manşeta kovarokê.
Di kovarokê de nivîsa li ser Apê Mûsa, 'Mijabad'a Jan Dost, 'Duzimaniya Kurdên Tirkiyeyê', 'Şîrofrenî', 'Dîroka fîzyoterapî û rehabîlîtasyonê' balê dikişînin.
Pêngav ku di desteya wê ya weşanê de Gernas, Peyrew Ronî, İsmetullah Ozdag, Kenanê Nado û Umit Eser hene de gelek nivîs û helbest jî hatine weşandin.
Kovaroka ku bi hejmara xwe ya yekem û duyem bala xwendekaran kişand, hejmara xwe ya sêyemîn ji aliyê sazkirin û naverokê ve hinek din pêş ve biriye û wekî 64 rûpel hatiye derxistin.
Ji bo kesên bixwazin bi amadekarên kovarê re têkilî deynin: kovarapengav@gmail.com