Diyarname
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) her sê mehan carek îstatîstîkên li ser nifûsê belav dike. Li gor agahiya nû hejmara kesên li Tirkiyeyê dijî bûye 85 mîlyon û 980 hezar û 654 kes. Ji vê sedî 50,02 mêr, sedî 49,98 jin in.
TUÎK'ê îstatîstîkên li ser nifûsê yên ku heta 1'ê kewçêra 2025'an dane hev belav kirin. Li gor TUÎK'ê par nifûsa Tirkiyeyê 85 mîlyon û 664 hezar û 944 kes bû. Di 9 mehên îsal de 315 hezar û 710 kes zêde bûne. Tenê di navbera mehên tîrmeh-kewçênê de 155 hezar û 80 kes zêde bûne.
Li gor hejmara dawî nifûsa Tirkiyeyê bûye 85 mîlyon û 980 hezar û 654 kes.
Li gor nifûsê hejmara mêran derketiye 43 mîlyon û 3 hezar û 770 kesî, ya jinan jî bûye 42 mîlyon û 976 hezar û 884 kes.
BAJARÊN KURDAN
Li gor TUÎK'ê ji bajarên kurdan bajarê herî qelebalix Riha ye ku nifûsa wê 2 mîlyon û 237 hezar e. Dûre Entab bi 2 mîlyon û 193 hezarî tê. Amed di rêza sêyem de ye. Nifûsa Amedê mîlyonek û 833 hezar e. Paşê Wan bi mîlyonk û 118 hezarî tê. Bajarê herî biçûk ê kurdan Dêrsim e ku nifûsa vir 86 hezar û 612 kes e.


