___Ayşegul KIZILKAYA___
Bêhneke reş li hewayê tê ye. Bêhneke wisa tûj û dijwar e ku difna mirov pê diêşî. Mîna bêhna êşa zayîna jinan... Ewrên reş bi vê êşê ve tên dagirtin. Piştî ku ew dagirtin temam dibe bêhna reş li asîman difûre. Asîman, di nav çeqên xwe re bi qîrina birûskan ve baraneke mîna ava amniyotîk direşîne. Di vê hewayê de dilê mirov bi hêviyê ve tijî dibe. Hêviyê ku bûyereke biqewime û tiştek biafire, lê ew tişt, ew bûyer çi ye ez jî nizanim. Ez li hewaya wisa ku ewr bi dengê birûskan ve diqîrin û tarîtiya asîman tenê di kêliyeke de, bi roniya birûskan ve diqelişî hez dikim. Ew roniya birûskan ku bêhna reş dilerizîne û bi vê lerizînê ve mirov diheje û dinya diçirise. Vê çaxê rihê min jî, bi jan ve tê pêçandin, bi êşa afirandinê ve vedikêşe. Çaxa peşkên baranê bi hezaran ji ser mirov direşin, ez wekî pitikeke ji nû ve dayik bûye aliyek ve giriyanok, aliyek ve jî kêfxweş dibim. Ji bo rihê xwe yê tî û birçî têr bikim ez gerek li bin baranê şil û şepirze bibim. Encax bi vî awayî ez jî dikarim peyv û hevokên xwe biafirînim. Bêhna hewaya reş her çiqas tîr û tûj be jî xweş e. Lê niha baran nabare.
Li nava sûkê di kolana sereke de li ser peyareyê dimeşim. Min bi taybetî hewl dida, pê li xêzên ew peyarêya ku bi kevirên çargoşe ve hatiye avakirin bikim û wan çargoşeyan bihejmêrim. Çiqas kêfa min dihat gava min pê li xêzan dikir; mîna pê bihesim di karekî gelek girîng de serbikevim.
Heke min bi xeletî pê li xêzê nekiriba, ez vedigeriyam di serî de min pêyên xwe bi pihêt li erdê dida û berdewamiya rêya xwe dikir. Pê li xêza kirin, girîng e çimki... Çimkî; hema wisa ye, gerek wisa be... Heta niha min 100 çargoşe hejmartin, 100 carî pê li xêzan kir.
Cîhê ku ez ê herim hêj gelek ma ye. Ka heta ez bigihîjim wê derê ez ê çend çargoşeyên din bihejmêrim? Xwedê bike baran jî bibare wê tam çêbibe. Trafîk jî xitimiye, ajokarên erebeyan dest di ser qornê de, bi wî dengê ku wekî ji qiyametê pengizîne lê didin ku em pê ve gej bûn.
Di nav qîre wîra dengan de dimeşiyam û min pê li xêzên navbera çargoşeyan dikir, min hêdîka serê xwe rakir, berê xwe da asîman; asîman ne çargoşe bû, gelo di xwezayê de tiştên çargoşe hene? Quncik û sînor çêkirin, çêkirina mirovatî nîn e? Sînorên erd û zerya, deşt û çiya, ax û av bila hebin ew sînorên xwezayî ne. Lê sînorên çêkirî? Bi van hişan ve min li ewran dinêrî ku min pê li sînorê çargoşeyê nekir. Ez zivirîm ku bi nû ve pê li sînor bikim di wê kêliye de pîremêrek ji kêleka min re derbas bû û destê min li piye wî qelibî. Bû nirç nirça wî, got: Xwedê aqil bide vê dînê, ew çi halê vê ye” Di pêşî de ez fikirîm, çi heye di halê min de? Min li dawa xwe, li blûzê xwe nêrî çi tiştekî neasayî min nedît. Paşê min gotina wî pîremêrkî paşguh kir, ez bişirîm û min rêya xwe domand. Ew jî dizane gelo heke mirov pê li xêzan neke, sînoran serobin neke dinya ê her gav bi çît û çeper ve were dorpêçkirin? Ew çît û çeper in ên ku hişên mirovatiyê hêsîr girtine û aliyek ve rihe me parçeçinî kirine aliyek ve jî jiyana me kirine çar parçe. Min li derdora xwe, li wê qerebalixê qîjewîj nêrî ez pê hisiyam ku ji xeynî min xêz xema tu kesî nîn e. Tu kes kevirên çargoşe jî nahejmêre. Herçi be jî min meşîna xwe domand.
Ew dikana pirtûkfiroşê ku ez ê diherim hêj negehiştibûme, baranê bi gujeguj, bi qîrîn û roniya birûskan ve bi careke re destpêkir. Rêya min hêj ma bû. Baranek gelek xweş dibarî. Wekî ku rih û laşê mirov li qirêja vê dinyayê were dawerandin. Ez demeke kurt ya din meşiyam û hejmartina min a kevirên çargoşe jî bû 603. Di 603’yan de min xwe spart nava dikana pirtûkfiroşê û min bilez lênûsek di refikan de hilbijart. Beşek dikanê ji bo rûniştin û xwendinê helabûn, ez çûm wî cîhî li ber maseyeke rûniştim û min dest bi nivîsandinê kir. Keç û lawikek di destên hev de ji derî re ketin hundir. Wê kêliyê min ferq kir ku dikana pirtûkfiroşê jî bi awayekî çargoşe ve hatiye ava kirin. Jineke ji refikan pirtûkek digirt, li pişta bergê dinêrî, xuya bû dixwazî mijarê fêm bike, paşê pirtûk danîrefikan. Ez difikiriyam; ew jin wisa li her tiştî eciz e ku rûyê wê tahl û tirş e. Ji nişke ve, çavên min zîq li ser refikan ma! Ew jî çargoşe bûn. Min derdora xwe çavderî kir, kevirên bingeha dikana pirtûkfiroşê jî çargoşe bûn. Maseya ku ez li ber rûniştime, lênûska ez lê dinivîsim, cîhê ku bo rûniştinê helane, piranî tişt bi çargoşe bûn. Bêhna min çikiya, wekî ku destek bi gewriya min bigre û min bixizikîne ez bênefes mam. Bilez beziyam ji derve. Min li asîman nêrî, asîman ne çargoşe bû. Min di dilê xwe de got: nalet were li sînoran!...Ez zivirîm derê dikana pirtûkfiroş, min pê li şemûka derî kir, îca bi dengeke bilind min got: Nalet were li sînoran! Ez bi rêz ve çûm her quncikeke pirtûkxaneyê û ez qîriyam: Nalet were li sînoran! Nalet were ku ew sînorên di mêjiya mirovan de ne! Piçekî bêhna min fireh bû, min şiya bû êdî nefesê bistînim, ez çûm li maseya xwe rûniştim. Çavê wî kurikê qasedar li min bû, bêhiş li min dinêrî. Nizanim ez xweşiya wî çûbûm an li pêş çavên wî ecêb dihatim xuyan. Herçi ye jî min guh nedayê.
Min berga lênûsê girt berê xwe da derve. Baran hê jî dibariya. 603 kevirên çargoşe û he jî zêdetir....
Di vê hejmarê de ez mam. 603 hejmarek xweş e. Şeş sed û sê...
***
Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: