Amed
Şaredariya Peyasa Amedê li bajarê bêbehr Şahiya Voleybola Plajê organîze dike. Şahî dê li qada Parka Sporê ya şaredariyê ku qûma wê ji Çemê Dîcleyê hatiye anîn û hatiye amadekirin, bê lîstin. Ji bo beşdariyê yên bixwazin divê navên xwe qeyd bikin.
Şaredariya Peyasa Amedê li ser vê yekê bangawazî belav kir. Şaredarî dike ku ciwanan teşwîqê sporê bike ku ev jî yek ji xebata wan e.
Gerînendeya Karên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê, bi hevkariya Klûba Oz Kayapinar Sporê cara yekê li bajêr Şahiya Voleybola Plajê li dar dixe. Xwendekarên polên 9 û 12’an ên lîseyê dikarin ji bo beşdarbûna vê şahiyê serlêdanê bikin. Dawiya serlêdanan 30’ê vê mehê ye. Şahî di kewçêrê/cotmehê de wê dest pê bike.
Gerînendeya Karên Ciwan û Sporê derbarê şahiyê de daxuyanî da û got: “Ji bo ku em ciwanan bi sporê re bînin ba hev, me çalakî û kursên sporê yên cihêreng li dar xistin û bi sedan ciwan bi sporê re dan naskirin. Li Parka Sporê ya şaredariyê, me qadeke wekî plajê bi qûma hûr a ji Çemê Dîcleyê anîne amade kir. Bi vê şahiyê, em ê ezmûneke cuda ya voleybola plajê pêşkêşî ciwanan bikin. Şahî dê di meha Cotmehê de dest pê bike.”
Ji bo têkilî:
0850 280 37 00 /1060


