Diyarname
Li bajarê Silêmanî ev 3 roj in Festîvala Hefteya Pirtûkan dest pê kiriye û heta 7'ê mehê dê bidome. Di festîvalê de 10 hezar pirtûk hatine pêşkêş kirin.
Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikumeta Herêmê ligel Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê Festîvala Hefteya Pirtûkan daye destpêkirin.
Li gor nûçeya Rojnewsê di festîvalê gelek çalakiyên hunerî yên wekî pêşangehên şêwekarî, wêne, karên destan, pêşkêşkirina fîlman, semîner, panel û helbest tên lidarxistin.
Derbarê festîvalê de Endamê Komîsyona Bilind a Festîvalê Şaho Osman ji bo ajansê wisa gotiye: "Di festîvalê de 16 navendên çap û weşanê yên Silêmaniyê bi beşdarbûna 10 hezar pirtûkan amade ne."


