WAN / MA
Di salvegera Komkujiya Geliyê Zîlanê de kesên hatibûn qetilikin bi çalakiyek hatin bibîranîn
Ji bo 95’emîn salvegera Komkujiya Zîlanê ku di 1930’ê de li Erdîşa Wanê hate kirin, merasîma bîranînê hat lidarxistin û kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn.
Rêxistina DEM Partî ya Erdîşê li gundê komkujî lê hatibû kirin, merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de pankarta “Komkujya Geliyê Zilanê jî bîr nekin da ku nebe dîsan” hate hilgirtin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di bîranînê de got: “Komkujiya li vir hatibû kirin, di dîroka cîhanê de wekî rûreşiyekê cih girt. Em dizanin ku di dîrokê de li dijî gelê kurd gelek komkujî û êr3iş hatin kirin. Ji Koçgiriyê heta Zîlanê, Roboskî. Di komkujiyan de jin, zarok hedef hatin girtin û qetilkirin. Gelê kurd dîsa jî serî li ber polîtîkayên îmha û înkarê netewand û dê têkoşîna xwe bidomîne.”
Piştî daxuyaniyê, beşdaran qurnefîl danîn cihê komkujî lê hatiye kirin. Piştre jî di çarçoveya merasîma bîranînê de sînevîzyonek hate nişandan.
**
Vîdeoyek:


