Diyarname
Hunermend Alî Jiyan ku heta niha di nav Koma Agirê Jiyan de kar û barê muzîkê dikir û ligel komê hin album derxistibûn niha bi albuma xwe ya solo li pêşberî muzîkhezan e. Albuma ku naê “Arîn Mîrkan” lê kirine ji Art Recordsê ji ser platformên dîjîtal hatiye belavkirin.
Ali Jiyan bi salan di nav Koma Agirê Jiyan de wekî solîstê komê cih girt. Ew niha li Almanyayê dijî û bi albuma xwe ya solo ya yekemîn li pêşberî muzîkhezan e. Di albumê de 12 strahn hene. Di albumê de ev 12 stran cih girtine: “Arîn Mirkan”, “Kurdim Ez”, “Newroz”, “Royê Mi”, “Kavirê Min”, “Tarîya Şevê”, “Dem Şêrîn e”, “Lo”, “Dûr im”, “Koyê Dersim”, “Berxwedan Jiyan e” û “Potporî”.
Ali Jiyan ku malbata wî ji Çewligê ye ew di sala 1975’an de li Stenbolê hatiye dinê. Di salên 90’an de di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dest bi karê muzîkê kiriye. Jiyan di nav Koma Agirê Jiyan de xebata xwe dom dikir û ew jî wekî solîst stûna bingehîn a komê bû. Di sala 1996’an de albumeke bi navê ‘Adarê’ derxist û kom navda bû. Paşê komê bi navê “Helîn”, “De Were”, “Aşitî” sê albumên din jî derxistin ku Ali Jiyan di hemûyan de cih girt. Ji bilî van wî di nav hin album û projeyên din de jî cih girt bu taybetî di nav albumên Şahiya Stranan ku NÇM’ê stranên ku ji kurdan hatibûn dizîn ji nû ve kiribûn malên kurdî.
Ali Jiyan piştî ew qas salan niha yekemîn albuma xwe ya solo pêşkêş kir. Yên bixwazin dikarin ji ser vê lînkê re li stranan guhdarî bikin: