Amed
Şaredarê Bajarê Hewlêrê Sidqî Silêman Kerîm li çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr.
Heyeteke di bin serokatiya Şaredarê Hewlêrê Sidqî Silêman Kerîm de ji bo beşdarî Fûara Xizmet û Amûran bibe hat Amedê. Heyet çû serdana Baydemîr. Baydemîr, mebûsa DTP'ê ya Amedê Gultan Kişanak, Şaredara Bostanîçiya Wanê Gulcihan Şimşek heyet pêşwazî kir.
Şaredar Baydemîr kêfxweşiya xwe ji bo hatina heyetê anî ziman û got ku çûn û hatinê bi vî rengî bingeha parvekirina tecrubeyan zêde dike, têkiliya aboriyê xurt dike.
Piştre Baydemîr tevî heyete çû beşdarî fûarê bûn.


