Diyarname
Hevseroka Koma Dîrenîş a Alîgerên Amed Sporê Çigdem Yokuş (36 salî) duh di qezaya trafîkê de miribû. Îro cenazeyê wê li Yenîkoya Amedê bi beşdariya rêveber û alîgirên Amed Sporê hat definkirin.
Yokuş duh piştî i Tesîsên Şehmus Ozer ên Amed Sporê vedigeriya mal qeza derbas kir. Yokuş rakirin Nexweşxaneya Gazi Yaşargil Egitim Araştirmayê lê nekarî wê rizgar bikin. Îro bi merasimek cenazeyê wê hat definkirin.
Çigdem Yokuş a 36 salî zewicandî bû û diya zarokek bû.
Klûba Amed Sporê peyamek weşand, xemginiya xwe anî ziman û sersaxî ji bo hezkiriyên wê xwest.


