Diyarname
17'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrî îro bi merasimek dest pê kir. Ji bakur sê weşanxane beşdar dibin.
Pêşangeha Pirtûkan li Salona Pêşangeha Navneteweyî ya li Parka Samî Ebdulrehman bi merasimek dest pê kir. Pêşangeh îsal bi diruşma "Cîhan Bi Kurdî Diaxive" li dar dikeve û ji 22 welatan li dor 350 weşanxane beşdar dibin. Di pêşangehê de dê çalakiyên wekî xwendin helbestan û çalakiyên çandî hebin. Nivîskar jî dê pirtûkên xwe îmze bikin.
Di merasima destpêkirina pêşangehê de Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî amade bû. Barzanî piştî kurdeleya vekirinê birî, li pêşangehê geriya. Barzanî di merasimê de axivî û got ku pêşangeh her sal ji sala çûyî baştir dibe, em hêvî dikin her berdewam be.
Îsal ji Bakur sê weşanxane hene. Weşanên Avesta, Nûbihar û Sîtav beşdarî fûarê dibin. Fûar heta 19'ê mehê her roj di navbera saetên 10.00 -20.00'an de dê vekirî be.