Diyarname
10'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê 26'ê meha borî dest pê kiribû, îro bi dawî dibe. Di roja dawî de weşanxaneyên kurdan li benda xwendevanên xwe ne.
Îsal weşanxaneyên kurdan wekî weşanên Aram, Aryen, Belkî, Bêjing (wekî Tamara beşdar dibin) Dara, Deng, Doz, Jînda, Lûvî, Morî, Na, Nûbihar, Pall, Sîdar, Sîtav, Vate, Wardoz, Zarg, Zîlan Akademî li fûarê stand vekirine.
Li gor agahiya me ji hin weşangeran girt dawiya hefteyê bi tevger bûye, lê nava hefteyê gelek sekan derbas bûye û di roja dawî de li benda xwendevanên xwe ne.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Amedspor çû serdana Fûara Pirtûkan
- Pêşangeha Amedê çi dibêje me?
- Bayekî Nû li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Serdest e
- Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
- Rojên li darketina Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû


