NAVENDA NÛÇEYAN
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) tevayî çek û cebilxaneyên li Mûsilê bidesxistî, veguhestiye bakurê Sûriyê. Mûslim wiha got: “Amerîka, Ewropa û Tirkiye jî behsa demokrasiyê dikin, lê di pratîkê de piştgiriyê didin radîkalan. Tevayî hêz û aliyan bi awayekê pêwendî ligel DAÎŞ’ê hene.”
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim di hevpeyvînek ligel Navenda Nûçe û Şîroveyan T24 de pêşketin û guhertin vê dawiyê yên li Iraq, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxand. Mûslim diyar kir ku DAÎŞ bi piştgiriya Baasiyên kevin ên rejîma Seddam, hejmarek grûbên navçeyî û kesayetiyên herêmê, ji hemûyan jî girîngtir liberxwenedana artêşa Iraqê karî Mûsilê kontrol bike.
Salih Mûslim di berdewama axaftinên xwe de ragihand ku DAÎŞ bûye amrazek di destê çend dewletên Rojhilata Navîn de û wiha got: “DAÎŞ ne tenê grûbek e. Divê wekî El-Qaîde di çarçoveya peywendî û pêwîstiya wan a ligel dewletên navçeyê û cîhanê de were nirxandin.”
‘YEK JI ARMANCÊN DAİŞ’Ê PETROLA KERKÛKÊ YE’
Hevserokê PYD’ê ragihand ku her kesekê DAÎŞ’ekî xwe yê taybet heye û wiha dom kir: “Hemû dewletan bi awayekî peywendî ligel DAÎŞ’ê hene. Rojava, Amerîka, Tirkiye, Beşar Esed, Nûrî Malikî û yên din DAÎŞ’ên xwe yên taybet hene.”
Salih Mûslim li ser armanca hêzên piştgiriya DAÎŞ’ê dikin jî ev tişt got: “Ew dixwazin kurdan neçar bikin ku ji Mûsil, Kerkûk û Şengalê derbixin û wan li Silêmanî û Hewlêrê bi awayekî teng bi cih bikin.”
Mûslim diyar kir ku DAÎŞ dixwaze herêmên petrolê kontrol bike û wiha got: “DAÎŞ di nava hewldanê de ye ku navçeyên petrolê kontrol bike. Xetên ku DAÎŞ’ê li ser nexşeyê kişandine ne bêwate ne û yek ji armanca DAÎŞ’ê petrola Kerkûkê ye.”
‘EM ASTENGA HERÎ MEZIN A Lİ PÊŞIYA DAÎŞ’Ê NE’
Derbarê rewşa rojavayê Kurdistanê de jî Muslim wiha got: “Rojavayê Kurdistanê di navenda aloziyan de ye. Pere û çekên ku DAÎŞ’ê li Mûsilê bidestxistî, bi biryara Emere Çeçenî ji bo Rojava hatine şandin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim bal kişand ser xeteriya DAÎŞ’ê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “DAÎŞ ne tenê ji bo Tirkiyeyê, belkî ji bo tevayî Ewropa û Rojhilata Navîn metirsiyekî mezin e. Em astenga herî mezin a li pêşiya DAÎŞ’ê ne. Divê Tirkiye baş fikra wê yekê bike ku ger DAÎŞ kurdên Sûriyê bişkîne, wê çi rûbide? Divê fikra wê yekê jî bike, ger kurdên Sûriyê û DAÎŞ agirbestê ragihînin, wê çi rûbide?”