Diyarname
Îro danê êvarê li Şamê merasîma damezrandina hikumeta nû dest pê kir. Di merasîma li Qesra Gel de serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî got, "Em niha dibin şahidê zayîna qonaxeke nû di dîroka xwe de." Şerî xwe wekî hem Serokomar û hem Serokwezîr ragihand. Di hikumetê de kurd tune ne. Li gor agahiyan kurd di rojên pêş de dê daxuyanî li ser vê yekê bidin.
Şerî got, "Me wezaretên Elektrîk û Perol û Gazê di bin sîwana Wezareta Enerjiyê de kir yek" û got ku wan Wezareta Rewşa Awarte û Karasatê û Wezareta Ciwanan û Werzişê jî ava kirine.
Ajansa SANA ragihand ku kabîneya hikumetê dê ji 22 wezîran pêk tê.
Hin wezîrên hikumetê ev in:
- Wezareta Karên Hundir: Anas Hattab
- Wezareta Aborî: Nidal Shaar
- Wezareta Rewşa Awarte û Karasat: Raed El-Saleh
- Wezareta Karên Civakî: Hind Qabwat
- Wezareta Karên Perwerdehî: Mervan El-Halebi
- Wezareta Karên Ragihandinê: Abdel Salam Heikal
- Wezareta Karên Derve: Esad Şeybani
- Wezareta Parastinê: Murhaf Ebu Qasra
- Wezareta înformasyonê: Hamza Al Mustafa
- Wezareta Çandî: Muhammed El-Salih
- Wezareta Tenduristî: Musab El-Ali
- Wezareta Çandinî: Amjad Badr
- Wezareta Sekreteriya Wezîran. Ali Kida