Diyarname
Li rojavayê Kurdistanê jinên kurd wê bi diruşma “Bi pêşengiya jinên kurd yekîtiya neteweyî ya kurdan mîsoger dibe” konferanseke li dar bixin.
Li gor nûçeya ANHA'yê ev demek dirêj e amadehiyên konferansê têne kirin û amadehî temam bûne.
Konfrans wê roja 23'yê adarê li Baxçeya Azadî ya li bajarê Qamişlo bê lidarxistin. Nêzî 300 delegeyên ji jinên rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, partiyên siyasî, rojnameger, rêxistin û tevgerên jinan wê beşdarî konfransê bibin. Wê nûnerên jin ên di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk de û jinên ji Heleb û Şamê jî tevlî dibin.
Konfransa Neteweyî ya Jinên Kurd, yekemîn konfransa jinan e ku li rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.


