Diyarname
Kovara Bîrnebûn ku sê mehan carek li Ewropayê derdikeve û piranî li ser kurdên Anatoliya Navîn nivîsan diweşîne hejmara xwe ya 81'ê belav kir. Kovara ku çap dibe û tê belav kirin piştî demek li ser malpera xwe wekî PDF jî belav dike.
Di hejmara 81'ê ya havîna 2021'ê de kovarê cih daye nivîsa Mehmet Bayrak a bi sernavê "Rastiyên ku kovara Bîrnebûnê li hemberî jibîrbûn û jibîrkirinê pêşkêş kirine". S. B. Xell bi sernavê "Aboriya kurdên Anatoliya Navîn", "Hesenê Metê jî "Dîroka novelê û çend problemên wê" girtine dest.
Edîtoriya Bîrnebûnê Alî Çîftçî dike û kovar her demsalê hejmarek belav dike.
Ji bo têkilî:
birnebun.eu/