Diyarname
Serokdewletê DYA'yê Donald Trump li ser şerê Rusya-Ûkraynayê Rusya tehdîd kir.
Trumpî roja çarşemê bi ser tora civakî Truth re ku ev bi xwe tora wî ye peyam belav kir û got, "Ger di demek nêz de em li hev nekin, DYA dê wê bacên giran deyne ser tiştên ku Rusya difroşe DYA'yê û welatê din. Ji bilî vê tu rêyek din nîn e."
Va ne çend gotinên Trumpî:
- Ez naxwazim Rusyayê biêşînim. Ez ji gelê Rusyayê hez dikim û her gavê ligel Serok Putin têkiliyeke min a baş heye.
- Rusyayê alî me kir ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de em bi ser bikevin, gere em ji bîr nekin ku ji 60 mîlyonî zêdetir mirov mirin. Ligel van hemûyan ezê alikariya Rusyaya aboriya wê têk çûye û Serok Putin bikim. Niha li hev bikin û vî şerê beredayî bi dawî bikin. Ev şer dê hê zêdetir xirab bibe.


