Diyarname
Şaneşîn Performansê bernameya xwe ya meha rêbendana 2025'an eşkere kir. Çar lîstikên wan ên şanoyê, gotûbêj û nîşandayîneke fîlmî heye.
Şaneşîn Performans ku li Mêrdînê xebatên xwe didomîne, bernameya wê ya rêbendanê 4'ê mehê bi lîstika mêvan "Ne wisa, ne jî wilo" dest pê dike.
Du lîstikên din ên mêvan "Mêdêa" 9'ê mehê, "Teşqele" jî wê 11'ê mehê bê lîstin.
Lîstika Şano Performansê "Sera Pîra" vê mehê du caran wê bê lîstin: Rojên 17 û 31'ê mehê.
Ji bilî van lîstikan roja 18'ê mehê ligel nivîskar Dilawer Zeraq wê gotûbêjek li dar bikeve. Li aliyê din 22'yê mehê jî wê belgefîlmê bi navê "Çarşema Zîpa" bê nîşandayîn.
*
Nûçeya Eleqedar:
- Li Yenîsahneyê meha rêbendanê: Lîstik, gotûbêj, fîlm


