Diyarname
Li Bismila Amedê ciwan û kurdîhezên helbestê bi banga; “Her helbest bi zimanê xwe û her ziman bi helbesta xwe serbilind e” çalakiyên rojên helbesta kurdî dan dest pê kirin. Çalakiya yekemîn ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî hate lidar xistin. Di çalakiya ku Rêdûr Dîjle moderatoriya wê kir de, helbestvan Berken Bereh, Kawa Nemir û nivîskar Mihemed Ronahî bûn mêvan û li ser jiyan û kuliyata Arjen Arî axivîn. Digel gelek mêvanên beşdarî çalakiyê bûn malbata Arî jî lê amade bû.
Helbestvan Berken Bereh ji Xanî heta Cegerxwîn û heta Arî li ser helbesta kurdî û rola û girîngiya helbesta Arjen Arî axivî. Bereh wisa got: “Arjen Arî damezrînerê kanona wêjeya kurdî ye.”
Kawa Nemir jî di çarçoveya kelepora kurdî û ya cîhanê de; danberheviya helbesta Arî û ya helbestkarên biyanî kir û got: “Helbestkar ew e ku bi nîşaneyeke biçûk bikaribe tiştên mezin bike; Arjen Arî ev tişt kir.”
Mihemed Ronahî jî li ser jiyan û dostanî û dilnizmiya Arjen Arî axivî û got: “Mamoste Arjen Arî piştî Cegerxwîn di wêjeya kurdî de di warê helbestê de rola herî mezin lîst û ew rol bicih anî.”
Wê li Bismilê çalakiyên bi vî rengî bidomin.