Diyarname
Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Enqereyê "Rojên Fîlman a Mafên Mirovan" li dar dikeve. îsal 14'emîn car ev çalakî li dar dikeve. Çalakiya ku bi piştgiriya Enstîtuya Çanda Neteweyî ya YE'yê (Yekîtiya Ewropayê) tê orgazînekirin di navbera 10-15'ê mehê de li dar e.
Fîlmên vê çalakiyê li Sînemaya Kiziliya Buyulu Fener a Enqereyê û bi ser platforma Festival Scope ve bê pere têne nîşandayîn.
Di vê çarçoveyê de 24 fîlmên metrajdirêj û kurtefîlm dê bêne nîşandayîn.
Li aliyê din Pêşbaziya Kurntefîlman a Mafên Mirovan a YE'yê di vê çalakiyê de li dar dikeve. 305 kurtefîlm hatibûn şandin û 20 ji wan dê di pêşbaziyê de bêne nîşandayîn.
Juriya ku ji Dr. Ayça Çitçi, Nayat Karakose, Nil Kural, Erdem Şenocak û Deniz Tortum pêk tê, dê fîman binirxîne û xelat bike.


