Diyarname
Tenê qertek, li ser wêneyê lîstikvanekî. Ew qas. Em qala qertek dikin ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatiye firotin dikin. L iser qertê wêneyê lîstikvanê beyzbolê Mickey Mantle heye. New York Yankees tîmeke ku di Lîga Beyzbolê ya Amerîkayê (MLB) dilîst û lîstikvanê wê Mickey Mantle jî têde. Ev qertê ku di mezatê de hatiye firotin ji sala 1952’yan maye. Wê çaxê qertê wêneyê Mickey Mantle têde hatibû çapkirin û niha hat firotin. Qert aîdê Anthony Giordano yê 75 salî bû û di mezatê de bi 12,6 mîlyon dolarî hat firotin. Bi vê yekê bû qertê ku heta niha bi buhayê herî zêde hatiye firotin.
Giordano di sala 1991’ê de li New Yorkê ev xart bi 50 hezar dolarî kirîbû.
Mickey Mantle di sala 1931’ê de hatibû dinê û sala 1995’an miriye. Wî di navera salên 1951-1968’an de li New York Yankeesê lîstibû.


