Diyarname
Ji bo eşkerekirin û belavkirina 93'emîn xelatên Oscarê li çend cihan merasim hat li darxistin û xelat hatin belavkirin. Fîlmê derhêner Chloe Zhao ê bi navê "Nomadland" di warê Fîlmê Herî Serketî, Derhênera Herî Serketî, Lîstikvana Herî Serketî de xelat girt û serketineke mezin bi dest xist.
Ji bo belavkirina xelatan li avahiya dîrokî Union Station ya li Los Angelesê, li Şanoya Dolby ku bi salan e mazûvanî ji bo Oscarê dike, li platforma li Îngilistan û cihên din hatin çêkirin de xelat hatin belavkirin. Ji ber meseleya pandemiyê îsal wisa kirin, nexwe her sal li yek cihî merasim dihat lidar xistin. Îsal derhêner Emerald Fennell (Bi fîlmê Promising Young Woman) û Chloe Zhao (bi fîlmê Nomadland) ji bo xelata Derhênera Herî Serketî bûbûn berendam. Ev yekem car ku salek du lîstikvanên jin bi hev re di vê kategoriyê de dibin berendam. Ji wan Zhao bi ser ket. Zhao bi vê xelatên di dîroka Oscarê de piştî derhêner Kathryn Bigelow dibe duyemîn jin ku vê xelatê digire. Sazkar û di heman demê de lîstikvana fîlmê "Nomadland"ê Frances McDomand ligel derhêner dema hat xelat girt axivî û bang li her kesî kir ku ev fîlmên ku ji bo Oscarê bûne berendam li sînemayan bêne temaşekirin. McDomand dema Xelata Lîstikvana Herî Serketî jî girt gotina Macbeth a wekî "Tu gotina min tune ye, dengê min di şûrê min de ye" anî ziman û ev yek Lê zêde kir "Em dizanin şûrê me xebata me ye û ez ji xebatê hez dikim."
Lîstikvan Anthony Hopkins bi Xelata Lîstikvanê Herî Serketî ji şevê vegeriya mal. Hopkins bi rola di "The Father" de di BAFTA'yê de jî bi ser ketibû.
Va ne hemû serketiyên OSCAR'ê:
- Fîlmê Herî Serketî: Nomadland
- Derhênerê/a Herî Serketî: Chloe Zhao (Nomadland)
- Lîstikvana Herî Serketi: Frances McDormand (Bi rola di Nomadland de)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Anthony Hopkins (Bi rola di The Father de)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Youn Yuh-jung (Bi rola di Minari de)
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî : Daniel Kaluuya (Bi rola di Judas and the Black Messiah de)
- Senaryoya Orjînal a Herî Serketî: Emerald Fennell (Promising Young Woman)
- Senaryoya Lêanînê ya Herî Serketî: Florian Zeller û Christopher Hampton (The Father)
- Belgefîmê Herî Serketî: My Octopus Teacher (Derhêner Pippa Ehrlich, James Reed)
- Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî: Another Round (Derhêner Thomas Vinterberg, Danîmarka)
- Anîmasyonê Herî Serketî: Soul (Derhêner Pete Docter, Kemp Powers)
- Derhênerê Dîtbarî yê Herî Serketî: Erik Messerschmidt (Mank)
- Vesazkirina Herî Serketî: Sound of Metal (Derhêner Darius Marder)
- Dîzayna Sazkirinê ya Herî Serketî: Mank (Derhêner David Fincher)
- Kincên Herî Serketî: Ma Rainey’s Black Bottom
- Por û Makyata Herî Serketî: Ma Rainey’s Black Bottom (Derhêner George C. Wolfe)
- Efekta Dîtbarî ya herî Serketî: Tenet (Derhêner Christopher Nolan)
- Sazkirina Deng a herî Serketî: Sound of Metal
- Muzîka Herî Serketî: Soul
- Strana Herî Serketî: Fight For You (Judas and the Black Messiah)
- Kurtefîlmê Herî Serketî: Two Distant Strangers
- Kurteanîmasyonê Herî Serketî: If Anything Happens I Love You
- Kurtebelgefîlmê Herî Serketî: Colette.jpg)
Fîlmê 'Nomandland'ê xelatên sereke yên Oscarê, Xelata Derhêner, Fîlm û Lîstikvanê Herî Serketî girt.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Berî merasimê vane hemû berendam
- Hin navdar dê şeva Oscarê bi rê ve bibin
- 'Nomadland'ê mohra xwe li BAFTA'yê da
- Berendamê Oscarî hamey eşkerakerdin
-


