Diyarname
Li Tirkiyeyê TÎB'ê ji 23'ê sermaweza 2007'an ve heta niha weÅŸana 1721 malperê girt
Di 4'ê gulana 2007'an de li Tirkiyeyê li ser înternetê biryarnameyeke hate girtin û ev yek payîza 2007'an de kete jiyanê. Li ser vê biryarê gelek malper bi îdîaya sûcên li hemberî malbat, zarok û ciwanan dike, dîsa malperên siyasî hatin girtin.
Wezareta Ragihandinê ya Tirkiyeyê (TÎB) û dadgeh der barê girtina malperan de biryarê digire.
Her wiha gel dema bi rêya telefon an mailê gilî li ser malpereke dike, ew vê dinirxînin û biryara girtinê didin.
Heta niha malper ji ber îstîsmara cinsiyeta zarokan, fihûÅŸ, cihveqetandina ji bo lîstina qumarê, heqareta Ataturk, meylçêkirina ji bo întîxarê, temînkirina madeyên bitalûke, tilyak, qumar û yên din (di vê beÅŸê de malperên siyasî hene) hatine girtin. Li gor agahiyan ku niha hate pêÅŸkêÅŸ kirin ji 23'yê sermaweza 2007'an ve heta niha bi giÅŸtî 1721 malper hatine astengkirin û weÅŸana wan hatiye qedexekirin.
Wekî notek di nav van malperan de gelek malperên kurdan jî hene.