'Çavên herî xweþik ên sînemayê' hatin girtin!
Diyarname
Lîstikvana sînemayê a fransiz Michele Morgan wekî "lîstikvana sînemayê ya xwedî çavên herî xweþik" dihat nasîn. Morgan a 96 salî wefat kir.
Michele Morgan di sala 1920'î de hatiye dinê. Di 15 saliya xwe de ji bo lîstikvanî mal terk kiriye û çûye Parînê. Di sala 1937'an de di fîlmê bi navê "Gribouille" de rola serlîstikvanî girtiye ser milên xwe û çîroka wê ya sînemayê wisa dest pê kiriye.
Dema Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Lîstikvana Herî Serketî da ji vê xelatê yekem car Morgan girt û kete nava dîrokê. Wê bi rola di fîlmê ‘Pastoral Senfoni’ (La Symphonie Pastorale) de ev xelat girt ku di fîlm de wê rola korek dilîst.
Yek ji xelata girîng jî wê li Venedîkê girt. Morgan li Festîvala Fîlman a Venedîkê "Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de" girt.
Michele Morgan di salên 1940'an de di gelek fîlmên Hollywoodê de jî lîst ku hin jê ev in: "Passage to Marseille" (Derhêner Michael Curtiz), "Joan of Paris" (Derhêner Robert Stevenson), "Two Tickets to London" (Derhêner Edwin Marin)
Michele Morgan roja 20'ê vê mehê wefat kir.