Diyarname
Li Tirkiyeyê ji bo nûkirina ehliyetên kevn dem heta roja dawî ya vê salê bû, hatibû gotin ku yên nû nekin dê cezayên giran bixwin. Lê niha ev dem hat dirêjkirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya bi ser hesabê xwe re ragihand ku roja dawî ya nûkirina van ehliyetan heta 31'ê tîrmeha 2025'an hatiye dirêj kirin.
Wekî sedem jî li midûriyetên nifûsê gelek qelebalix çêbûye hat nîşandayîn.
Li gor Yerlikaya li Tirkiyeyê 5 mîlyon û 413 hezar û 148 kesî hê ehliyetên nû dernexistine, ehliyetên kevn bikar tînin.
Biryara guhartina ehliyetan di sala 2016'an de hatibû girtin. Ji ber Covid-19'an heta 31'ê rêbendana 2024'an dema guhartinê hat dirêjkirin lê niha ji ber qelebalixê dem ji bo 31'ê tîrmeha 2025'an hat dirêjkirin.


